Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê 2022-11-13 16:00:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê daketin qadan û bertek nîşan dan.    Bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê û bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, bi dehhezaran kes li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daket qadan û şermezar kirin. Girseyên gel ên ji bajar, navçe û bajarokên kantonên Hesekê û Qamişlo yên herêma Cizîrê hatin, ji bo ku ber bi Stada Şehîdên 12’ê Adarê ve bimeşin, li Çerxerêya Siyahî, Mizgefta Qasimo û Nexweşxaneya Ferman kom bûn.    Pêkhateyên ji navçe û bajarokên kantona Qamişlo (Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo) û ji navçe û bajarokên Kantona Hesekê (Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê) beşdarî xwepêşandanê bûn.   Her wiha endamên saziyên sivîl, saziyên jinan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, partiyên siyasî yên kurd, ereb û suryan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma  Cizîrê û rûspiyên eşîran jî di çalakiyê de amade bûn.    Xwepêşandêran di  çalakiyê de bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla”, “Na ji êrişên kîmyewî yên Tirkiyê re”, “Bijî berxwedana Rêber Ocalan” û “Na ji qirkirinê re berz kirin. Her wiha pankerta “Nebin şirîkên qetilkirina me û dagirkirina xaka me” hat vekirin.    Tê payîn ku meş li Stada Şehîdên 12’ê Adarê veguhere mitîngê. Dê li wir bi navê Partiya Yekitiya Suryan, pêkhateya Ereb û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin bên kirin.   Her wiha Koma Awazên Çiya jî dê di mitîngê de stranan bibêje.