Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike 2022-11-13 16:20:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran rêxistinên elewiyan daketin qadan û bertek nîşanî polîtîkayên desthilatdariyê dan. Rêxistinan, ev peyam dan: “Em qebûl nakin ku kesek me terîf û tehrîf bike.”    Rêxistinên elewiyan bi daxwaza hemwelatiya wekhev û li dijî polîtîkaya pişaftinê li gelek bajaran daketin qadan û daxuyanî dan. Di daxuyaniya li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancak a Îzmîrê dovîzên “Cemxane perestgeha me ye” û “Em dev ji daxwaza hemwelatîtiya wekhev bernadin” hatin vekirin. Di daxuyaniyê de her wiha dirûşmên “Elewîtî heq e, elewîtî heye”, “Azadî ji bo baweriyan, wekhevî bo gelan”, “Dewlet dest nede baweriya min” û “Em ê nebin elewiyên dewletê” hatin berzkirin.      Nûnera Federasyona Elewî Bektaşî ya Herêma Egeyê Gulbahar Kaplan got ku polîtîkayên pişaftinê ya AKP’ê ya li dijî elewiyan bênavber didomin û ev tişt anî ziman: “Elewiyên ku di sedsala ewil a komarê de weke hemwelatiyên wekhev nehatin dîtin, hewl tê dayîn ku di sedsala duyemîn de bi temamî ji  kokên xwe bên dûrxistin û baweriya wan bê tunekirin. Di êvara roja ku me ev di anî ziman de Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî Bektaşî di bin sîwana Wezareta Çand û Turîzmê de hat avakirin. Pêşnûmeqanûna AKP’ê û biryarnameya Serokkomartiy3e, hem bawerî û nasnameya elewiyan tune dihesibîne û hem jî elewîtiyê li gorî xwe pênas dike. Bi vî awayî heqaret li bawerî û nasnameya me hatiye kirin. Kesek nikare bawerî û perestgeha me terîf û tehrîf bike.”     Di heman çarçoveyê de li navenda û Aydinê navçeya wê ya Kuşadasiyê, li navenda Mûglayê û navçeyên wê yên Koycegîz, Fethiye û Ortacayê, li navçeya Altinoluk ê Balikesîrê, li navenda Edeneyê û li navenda Enqereyê jî daxuyanî hatin dayîn û bertek hat nîşandan.