Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar 2022-11-13 16:45:03 STENBOL -  Li Cadeya Îstîklalê ya Taksîmê teqînek pêk hat û encama teqînê de 6 kes mirin û 81 kes jî birîndar bûn. Li Cadeya Îstîklalê ya li semta Taksîm a navçeya Beyoglû ya Stenbolê teqînek pêk hat. Nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çi çêbûye. Li gorî agahiyan, di encama teqînê de bi dehan birîndar çêbûne. Piştî teqînê gelek ambulans û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û xelkê ji cadeyê tehliyê kirin. Birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.    JI WALÎ DAXÛYANΠ   Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya di parvekirina xwe ya duyemîn a li ser hesabê xwe yê Twîtterê de derbarê teqînê de agahî da û ragihand ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku derbarê teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û 5 dozger hatine wezîfedarkirin.   JI ÎMAMOGLÛ DAXÛYANÎ   Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu jî derbarê teqînê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got: "Ji cihên ku dibe sedema tirs û xofê dûr bikevin. Derbarê teqîna li Kolana Îstîklalê de ekîbên me yên polîs û tenduristiyê amade bûn û alîkarîya ekîbên me bikin û ji mewziyên ku dibe sedema tirs û xofê dûr bisekinin."   QEDEXEYA WEŞANÊ   Piştî teqînê biryara qedexeya weşanê hat dayîn. Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê derbarê qedexeya weşanê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ev tişt anî ziman: “Di derbarê teqîna li Stenbolê de qedexeya weşanê hat ragihandin. Divê hemû saziyên me yên medyayê hişyar û baldar bin."   ERDOGAN DAXUYANÎ DA: 6 MIRÎ, 53 BIRÎNDAR   Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Endonezyayê têkildarî teqînê daxuyanî da. Erdogan bal kişand ser teqînê û ragihand ku 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 53 kes jî birîndar bûne û wiha got: "Meriv di van kêliyan de bêje ev teqînek terorê ye, belkî xeletî be. Lê belê agahiya ewil ku waliyê me da me, ji teqînê bêhna trorê tê. Ji niha ve li gorî tespîtên ewil reva ji cihê bûyerê jinekê nîşan dide."    HEJMARA BIRÎNDARAN DERKET 81'AN   Cîgirê Serokomar Fuat Oktay derbarê teqînê de daxuyanî da û ragihand ku hejmara birîndaran derketiye 81’an. Oktay her wiha diyar kir ku rewşa du ji birîndaran giran e.