Amedspor û Tarsûsspor beramber man 2022-11-13 19:18:59   AMED - Amedspor di deplasmana Tarsûssporê de 1-1 ma û puanek stend.   Di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor di heftaya 14’emîn de li deplasmana Tarsûsporê lîst.  Maç li Stada Navçeya Tarsûsê hat lîstin. Di deqeya 7'an de lîstikvanê Alperen Tak ê Tarûssporê gola yekem avêt û tîma xwe 1-0 derxist pêş. Di deqîqeya 20an vê carê lîstikvanê Amedsporê Serdar Eylîk gol avet û skor kir 1-1. Beşa ewil wîsa qediya. Di beşa duyemîn de tîmek3e jÎ gol neavêt û maç maç 1-1 qediya.    Amedspor vê hefteyê ji di deplasmana Tarsûsporê de puanek stend. Amedspor puanê xwe kir 24 û di lîgê de bû rêza 2'emîn. Tarsûsspor ji puanê xwe kir 18 û di lîgê de ket rêza 11'emîn.   Hefteya pêşya me jî Amedspor li stada xwe dê bi Baybûrtspor re bileyîze.