Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin 2022-11-13 19:48:09   AMED - ESP’ê li ser mijara “Krîza komara bûrjûva, rojanebûna şoreşê û ji şoreşa cotmehê hetanî ya rojhilat” panelet li dar xist. Di panelê de hat diyar kirin ku “Sedsala 21’emîn, sedsala serhildana gelên bindest û jinan e."   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), bi mijara “krîza komara bûrjûva, rojanebûna şoreşê û ji şoreşa cotmehê hetanî ya rojhilat” li eywana Egîtîm Sena Amedê ya li Semta Ofîsa Amedê panel li dar xist. Di panelê de mijarên şoreş û pergala kapîtalîst, emperyalîst hatin gotûbêjkirin. Di panela ku bi moderatoriya Satiye Ok a Endama Meclisa Jinên Sosyalîst hat li dar xistin de Parlementerê HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş axivîn. Hevserokên HDP’ê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li panelê bûn.    Di destpêkê de moderator Satiye Ok bal kişand ser polîtîkayên pergala bûrjûva ya komara Tirkiyeyê û her wiha rêya sêyemîn ku HDP pêşengtiya wê dike. Ok da zanîn ku Şoreşa Cotmehê hêj rojane ye û ji ber ku li rojava şoreşek çêbû û di nava vê şoreşê de jin jî xwedî cihekî mezinin û got: “Sedsala 21’emîn, sedsala serhildana gelên bindest û jinan e. Serhildana rojhilat jî vê rojanebûna şoreşê dide pêş çavan."    ‘NASNAMEYA ME YA KURD WEK DABEŞKAR NÎŞAN DIDIN’   Piştre Parlementerê HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û bal kişand ser dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” û serhildana li rojhilatê Kurdistanê silav kir. Koçyîgît da zanîn ku desthilatdar nasnameya kurd li her derê welat wek parvekirinekî pênase dike û wiha axivî: “Gava mesele dibe netewî, nasnameya kurd dibe dabeşker û derdikeve pêşiya me. Em çiqas jî ji bo ked û kedkaran çalakiyan bikin jî, nasnameya me ya kurd tînin rojevê û me wek dabeşkar nîşan didin. Ji ber vê yekê heta niha çep û çepdarî parçe bibû. Piştî Kongreya Demokrat a Gelan (HDK) me ev tişte têk bir û yekitiyek ava kir.”   ‘LI HER DERÊ CÎHANÊ JIN TÊKOŞÎNÊ DIKIN’   Herî dawiyê Hevserokê Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî qetilkirina Nagihan Akarsel û Jîna Emînî bi bîr xist û serhildana rojhilat silav kir. Gumuştaş wiha axivî: “Pegala emperyalîst û kapîtalîst, tevahî dest kevtiyên sedsala 20’emîn gasp kirin û binpêkirin. Piştî ku digotin pergala kapîtalîzmê bingeha xwe ava kir serhildanên şoreşê pêk hatin. Ev şoreşene girîng bûn. Ji ber ku ev şoreşene bingeha xwe ji şoreşa cotmehê digire. Rojava şoreşek pêk hat û jin jî di nava vê şoreşê de bûn. Niha li her derê cîhanê jin, ji bo jiyan û mafên xwe tÊkoşînê dikin. Şoreşa jinan, li rojhilat jî derkete holê û piştre jî belav tevahî Îranê bû.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.