Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da 2022-11-14 11:13:53   AGIRÎ – Di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî de hat destnîşankirin ku 148 milyon TL deynê krediyê yê Şaredariya Agiriyê heye lê belê ev deyn weke 86 milyon TL kêm hatiye nîşandan.    Dîwana Çavdêriya Darayî raporên xwe yên venihêrîna darayî ya sala 2021’an parve kir. Di rapora Şaredariya Agiriyê de hat diyarkirin ku şaredariyê deynên xwe kêm nîşan da ye, li şûna ku di dema kirîna mal de îhaleyê bike, rêbaza raste rast temînkirinê û bazariyê bi kar aniye, diviya bû bûdçeya kirîna mal 7 milyon derbas nekira lê bi giştî 75 milyon TL lîmît hatiye destnîşankirin.    ŞAREDARIYÊ DEYNÊ XWE VEŞARTÎ YE   Li gorî Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya sala 2021’an a Şaredariya Agiriyê; şaredarî bo Banqeya Îllerê 107 milyon û 993 TL, bo banqeyên din jî 40 milyon û 115 hezar TL û bi giştî jî 148 milyon TL’an deyndar e. Dîwana Çavdêriya Darayî diyar kir ku şaredariyê ji vî deynî 86 milyon TL kêm nîşan da ye û deynê xwe yê giştî weke 62 milyon TL nîşan da ye. Her wiha hat gotin ku şaredarî 32 milyon û 570 TL’an bo Kargeha Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Tirkiyeyê û bo saziya bac û ewlekariya civakî jî 37 milyon TL’an deyndar e.    LI GORÎ LÎMÎTAN TEVNEGERIYA   Bi domdarî di raporê de hat destnîşankirin ku şaredarî di kirînên bi rêbaza raste rast temînkirinê û bazariyê de li gorî lîmîtên di Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê de tevnegeriyaye û ev tespît hat kirin: “Di lêkolînên me yên li Şaredariya Agiriyê de me tespît kir ku li dijî hukmên muwzûatê hatiye tevgerîn. Ji bo bûdçeya sala 2021’an ku veguhestin jî di nav de, 74 milyon û 255 hezar pere hatiye veqetandin. Lewma jî li gorî hukmên mewzûatê, hatiye hesabkirin ku di çarçoveya lîmîtên pereyan de divê lîmît 7 milyon û 425 hezar TL’an derbas neke. Lê belê li gorî benda (d) têkildarî lîmîtên pereyan a xala 22’yemîn a Qanûna bi hejmar 4734’an 11 milyon û 682 hezar TL û di çarçoveya benda (f) a xala 21’an jî bi bihayê milyonek û 90 hezar TL’an ku bi giştî 12 milyon û 772 hezar TL dike mal hatiye kirîn. Bi vê yekê re lîmîta ji sedî 10 derbas dike teqabûlî 5 milyon û 347 TL’an dike û ji bo vî pereyê ku lîmîtê derbas dike jî ji Lijneya Îhaleyên Cemaweriyê nêrîn nehatiye xwestin.”    Bi domdarî di raporê de qala van nelirêtiyan hatin kirin: “Tehsîskirina neguhêzbaran di qeydên muhasbeyê de nehatiye şopandin. Hesabên têkildarî neguhêzbaran ku milkê şaredariyê ne, di tabloyên darayî de rast agahiyan nade. Nirxê rast a para şirîkatiya şaredariyê ya bi Kargeha Anonîm a Banqeya Îllerê re nehatiye nîşandan. Deynê şaredariyê yê ji bo Kargeha Anobîm a Belavkirina Ceyranê ya Tirkiyeyê di qeydan de nehatiye diyarkirin. Lêçûnên faîzê nehatine hesabkirin. Pêkhatinên tazmînata qidemê nehatine kirin. Di qeydên tapûyên avahiyên li ser erd û ersayan de teshîhên cînsê nehatine kirin. Destûr nehatiye dayîn ku karker destûrên xwe yên salane yên bipere li gorî qanûnê bi kar bînin. Hukmên li derveyî Peymana Hevsengiya Civakî hatine danîn. Pereyên ku weke bedela otoparkê hatin wergirtin, li dijî Rêziknameya Otoparkê hatine xerckirin. Plakayên texsiyan bêdem hatine dayîn.