Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû 2022-11-15 09:00:34   AMED - Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de ku çendek berê ji ber nexweşîna demansê hatibû berdan, ji ber bûyereke ku tê derpêşkirin di sala 2014'an de qewimiye, bi sûcê "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.     Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de ku çendek berê hatibû berdan, bi sedema îfadeya "şahidekî eşkere" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameyek hat amadekirin.    Tûrgût Taşkiranê ku tê îdîakirin di sala 2014'an de li Kobanê di êrişên DAIŞ'ê de birîndar bûye û endamê rêxistinê ye, piştî bûyerê bi 8 salan li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê îfade daye û hatiye derpêşkirin ku Taşkiran gotiye Tûglûkê aliyê wî kiriye.    Taşkiran di îfadeya xwe ya 21'ê çileya 2021'ê de ya li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê diyar kiriye ku di sala 2014'an de, di dema êrişên DAIŞ'ê de, gava hewl daye xaniyê lê dima biguherîne birîndar bûye. Taşkiran bilêv kiriye ku ji lingê xwe birîndar bûye û YPG'iyan ew aniye li sînor radestî eskerên tirk kiriye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye dermankirin. Taşkiran derpêş kiriye ku Aysel Tûglûk û Faysal Sariyildiz ku wê demê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûne hatine nexweşxaneyê serdana wî û jê pirsîne piştî dermankirinê dixwaze biçe ku derê. Taşkiran aniye ziman ku wî gotiye dixwaze biçe Amedê û gotiye ku lê gava biçe mala dêya xwe ya li Amedê dê bê girtin. Taşkiran derpêş kiriye ku piştî vê Tûglûkê û Sariyildiz jê re gotine ger bixwaze dikarin wî bibin Qamişloyê malekê. Taşkiran di berdewama îfadeya xwe de derpêş kiriye ku paşê Tûglûkê û Sariyildiz ew birine Cizîrê.   Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi sûcê "endametiya rêxistinê"  ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Tûglûkê bê birîn û ev dosye bi dosyeya Tûglûkê ya li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re bê yekkirin.    4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ev daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê qebûl kiriye.