Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin 2022-11-15 09:04:42   ŞIRNEX- Li herêma Bestayê ya Şirnexê leşkeran şivanên li ber pezî tazî kirin û îşkence li wan kir.    Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê di 7'e Mijdarê de ragihandibû ku li Şirnexê bi beşdariya 615 leşkeran "Operasyona Erenê ya Payîz-Zivistan-11" li dijî PKK'ê dane destpêkirin. Bi destpêkirina operasyonê re li herêmê pêvçûn diqewimin. Koçerên li herêmê ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan bê eşkerekirin diyar kirin ku leşkerên tevlî operasyonê bûne li herêma Bestayê şivanên li ber pezî tazî kirine, îşkence û heqaret li wan kirine.    Koçeran anî ziman ku leşker li herêmê bi awayekî keyfî îşkenceyê dikin û ev tişt gotin: " Çend roj beriya niha komeke leşkeran hat derdora 3 şivanên me girtin. Her sê jî anîn û ji wan re gotin,'Hûn PKK'yiyan li vir dibînin?' wan jî ji wan re got,' Me kesek neditiye.' Piştre leşker hêrs bûn û ji şivanan re gotin, 'Çawa hûn dibêjin me ew nedîtine' û her sê şivanan di wê sarmayê de tazî kirin. Hemû kincên wan derxistin. Piştre îşkence li wan kirin. Şivan jî ji tirsa tiştek negotin. Em koçer in em ji bo pezê xwe li vir in. Em dixwazin ev zilma li ser me rabe. Di her operasyonên  leşkerî de ev tişt tên serê me."