Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin 2022-11-15 09:51:26 MÊRDÎN - Mehmet Çelîk ê li Girtîgeha Turkoglûyê tê ragirtin diyar kir ku bi hêceta “pir qelebalix e” tedawiya wan nayê kirin û got: “Girtiyan terkî mirinê dikin.”    Girtiyê nexweş Mehmet Çelîk ê li Girtîgeha Turkoglûya Mereşê ya Tîpa L ya Hejmar 1’an, di faksa ku ji keça xwe Aysel Çelîk re şandiye de ragihandiye ku binpêkirinên mafan li wan hatiye kirin. Çelîk ê ku nexweşiya guh, poz, qirik û mîde û nexweşiya KOAH’ê pê re heye diyar kir ku 8 meh in bi hinceta "qelebalixî heye” sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û tedawiya wan tê astngkirin. Çelîk bal kişand ser girîngiya tenduristiyê ku tê gotin, “Ji nexweşiyê netirsin, ji derengiyê bitirsin” û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê li vir li ser me ferz dike û bi kar tîne. Bi vê yekê hem dixwazin ku em ji wê bêzariyê neçin nexweşxanê hem jî bi awayekî nerasterast îşkence li me dikin û me terkî mirinê dikin.”    NEXWEŞXIYA WÎ GIRAN DIBE    Çelîk da zanîn ku her diçe nexweşiya wî giran dibe û got: "Heke tiştek bi min bê, Midûrê Yekemîn ê Girtîgeha Jimare 1'ê ya Turkoglûyê û Bijîşkê Tenduristiya Girtîgehê berpirsyar in." Çelîk destnîşan kir ku doktorê revîrê ji bo neynûka wî reçete nivîsand û paşê betal kiriye û wiha got: "Dema min ev pirs kir, doktor wiha got, ‘Ji ber te, ez ne mecbûr im bi gotina re rûbirû bimînim’. Derman ji min re nenivîsand. Ji vê yekê tê fêmkirin ku zexta rêveberiya girtîgehê li ser bijîşk heye. Bijîjk êdî ji ber 'tirs'ê me derman nakin. Dermanan bi rêk û pêk nanivîse û carinan jî wekî ku ji wan xilas bibe tevdigere. Ji ber tiştê ku min li jor nivîsî, ez gazinan ji berpirsên bi taybetî Midûrê yekemîn ê girtîgehê û doktor dikim. Û heke tiştek bi min were, ew berpirsiyar in."