Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2022-11-15 11:10:02 COLEMÊRG - Li gundê Zêvkan ê navçeya Geverê di saetên serê sibehê de operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku gelek leşker bi helîkopteran li serê girên gund hatine bicihkirin û gund hatiye dorpêçkirin.    Di saetên serê sibehê de li gundê Zêvkan ê navçeya Gever a Colemergê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku leşker bi wesayîtên zirxî û helîkopteran li herêmê hatin veguhestin. Leşkerên ku gund û derdora wê dorpêç kirin, li herêmên Berê Reş, Berê Şemamê, Çoviran, Çemî, Kûla Bihê û Kaniya Xwînê yên ku di demên berê de fotokapan û kamerayên mobeseyê lê bicih kiribûn hatine bicihkirin. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku leşkerên bi wesayîtên zirxî li gund hatine veguhestin, bi kûçikan li gelek noqteyên gund lêgerîn kirin.    Her wiha ji saetên serê sibehê heta niha liv û tevgera helîkopteran a li ser navçeya Geverê û gundê Zêvkanê didome.