Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin 2022-11-15 11:24:19 ŞIRNEX – Girtiyê bi navê Haşîm Erkol ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, piştî hevdîtina bi malbata xwe re, ji hêla gardiyanan ve li erdê hat kaşkirin û gef lê hatin xwarin. Dayika Erkol, bang li parastvanên mafên mirovan kir ku bikevin nava liv û tevgerê.    Girtiyê bi navê Haşîm Erkol ku 7 sal in li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, piştî hevdîtina vekirî ya bi malbata xwe re ku di 8’ê mijdarê de kir, ji hêla gardiyanan ve hat derbkirin.    Haşîm Erkol, têkildarî êrişê li ser telefonê bi dayika xwe re axivî. Dayika Erkol, Gurbet Erkol da zanîn ku kurê wê piştî hevdîtina bi birayê xwe re, dema dibirin qawîşê li erdê hatiye kaşkirin û ev agahî dan: “Kurê min Haşîm li ser telefonê got ku piştî hevdîtina vekirî ya di 8’ê mijdarê de bi birayê xwe re, gardiyanan ew li erdê kaş kiriye û bi vî awayî birine qawîşê. Her wiha gardiyanan li qawîşê gef lê xwarine. Haşîm mehek berê ji ber fetqê emeliyat bûbû. Em vê zilma li zarokên me tê kirin qebûl nakin.”   Bi domdarî dayik Erkol banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan û parêzeran kir û ev tişt anî ziman: “Dixwazim ku parêzer û parastvanên mafên mirovan di zûtirin demê de biçin serdana girtîgehê.”