Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin 2022-11-15 11:37:00 RIHA - Çalakiya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê didome. Malbatê di çalakiyê de ev peyam da: “Bawerî û mirovayetiya me emir dike ku li hemberî zilmê bêdeng nemînin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 617’an de berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî tev li nobetê bibe û çalakî ji hêla Ferît Şenyaşar ve hat domandin.    Malbatê, têkildarî nobetê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Heta ku bêedaletî li deriyê me nexe, divê weke qêrîneke ku dengê wê nayê bihîstin nedome. Bawerî û mirovayetiya me emir dike ku li hemberî zilmê bêdeng nemînin. Nobeta me ya edaletê di roja 617’an de ye.”