PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike 2022-11-15 13:04:18   NAVENDA NÛÇEYAN - PYD’ê bi daxuyaniyekê êrişa li Stenbolê şermezar kir û wiha got: “Hikûmeta şerê taybet a tirk, hêzên me ji teqînê berpirsyar dibîne û bi vê yekê hewl dide bingeha êrişeke dagirkeriyê ya li dijî herêmên me amade bike. Divê kesek ji derewên MÎT’ê bawer neke.”    Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildrî teqîna li Stenbolê û tawanbarkirina hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê êrişê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar3e (ANHA), PYD’ê êrişa li Stenbolê ermezar kir û wiha got: “Ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. Em vê êrişê, weke sûcê li dijî mirovahiyê dibînin.”    Bi domdarî PYD’ê destnîşan kir ku Tirkiye her roj li pêş çavên dinyayê li herêma wan sivîlên bêçek, zarok, jin û temenmezin dikuje û ev tişt hatin parvekirin: “Dixwaze bi zanebûn berpirsyariya vê çalakiya hovane bixe stûyê hêzên me û berê tiliyên sûcdariyê bide herêmên me da ku bi vî rengî êrişên xwe yên li ser gelên herêmê rewa bike. Her wiha dixwaze bingeha êrişên nû yên li ser herêmên me amade bike. Tişta ku çapemeniya dewleta tirk belav dike, lîstikeke ku ji aliyê MÎT'a tirk ve hatiye çêkirin û armanca wê jî xirabkirina wêneyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e (HSD) ku bihêztirîn rêxistina terorîst a tundrew li cîhanê têk bir. MÎT a tirk dixwaze raya giştî ya cîhanê qaneh bike ku êrişeke nû ya dagirkeriyê rewa ye. Ev hewldan, hewldanên nû nînin ji ber ku dewleta tirk li dijî gelan û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê xebatên sûc kiriye.”   ‘JI DEREWÊN MÎT’Ê BAWER NEKIN’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li civata navneteweyî dikin ku nekeve vê xefika qirêj a dewleta tirk. Ji ber ku hikûmeta şerê taybet a ku niha Tirkiyeyê birêve dibe hewl dide sûcê xwe yê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî şervanên azadiyê û gelê kurd veşêre. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê jî ew e ku li dijî propagandaya MÎT’ê hişyar bin û ji derewên wan bawer nekin. Wek gel divê em li dijî faşîzma hikûmeta Bahçelî û Erdogan bibin yek. Ji ber ku dixwazin em dijminatiya hev bikin. Ji bo van hemûyan jî divê em bi hev re li dijî şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta tirk rawestin.”