2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan 2022-11-15 13:38:29   AGIRÎ - Li Agiriyê 2 jinên ku piştî ji otobûsê pêya bûn, xwestin derbasî aliyê din ê rê bibin, otobûsa gel li wan da jiyana xwe ji dest dan.    Otobûsa gel li ser Cadeya Erziromê ya Taxa Firat a Agiriyê li Hanim K. û Şaîde O. yên xwestin derbasî aliyê din ê rê bibin da. Her du jinên ku bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Agiriyê, tevî hemû mudaxileyan jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê otobûsa gel hate binçavkirin.