Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin 2022-11-15 15:39:01 ÎZMÎR - Ji xizmên girtiyan Madenî Kaymaz di çalakiya Nobeta Edaletê de bal kişand ser êrişa li Taksîmê û wiha got: “Dawî li vî şerê qirêjî bînin.”    Bi mebesta bidawîkirina şewitandina înfaza girtiyan û sepanên tecrîdê, malbatên girtiyan li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 138’an de li pêşiya Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Malbatên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên “Deng bide zindanan" û "Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Çîgliyê jî beşdarî çalakiyê bû.    MA DÊ ÇIMA POŞMAN BIBIN?    Dayika girtiyê nexweş Bayram Kaymaz ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, Medîne Kaymaz di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li gel ku cezayê girtiyan xelas bûye jî nayên berdan. Li wan ‘poşmantiyê’ ferz dikin. Ma dê çima piştî 20-30 salan poşman bibin? Ev çi wijdan e? Heke cezayê we xelas bibe, divê bên berdan.”   Bi domdarî Kaymaz bal kişand ser teqîna li Stenbolê û êriş şermezar kir. Kaymaz, axaftina xwe wiha qedand: “Di vê êrişê de tiliya dewletê heye. Li wir her çi qewimî be, bi lîstika dewletê qewimî. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe. Bila gel neyê kuştin û xwîn nerije. Divê dewleta tirk êdî dawî li komkujî û şerê qirêjî bîne.”    Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.