Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn 2022-11-15 21:07:17   DERSIM - Seyîd Riza û hevrêyên wî di 85'emîn salvegera qetilkirina xwe de li Dersimê hatin bibîranîn.   Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wî di 85'emîn salvegera qetilkirina wan de bibîr anî.  Biranîn li Qada Seyîd Riza a li Dersimê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta "Me tiştek jibîr nekirye û me tiştek ji edû nekirye" hat vekirin. Gelek welatî tev lî biranînê bûn.   Di bîranînê de bi çirayan sembola komkujiya ya Dersimê a 1937 hat çêkirin. Piştr re jî hunermend Metîn Kahrsman zêmarên li ser komkujiya Dersimê gotin.