Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye 2022-11-16 09:13:22   AMED -  Hevseroka Şaxa OHD ya Amedê Ozûm Vûrgûn û Seroka DTO'yê ElÎf Tûran di salvegera çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan de anîn ziman ku daxwazên malbatan hiqûqî ne û gotin ku binpêkirina mafên girtiyan îşkence ye.   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafên jiyanê yên girtiyan her roj zêde dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Lê tevî vê yekê jî Saziya Tiba Edli (ATK) der heqê girtiyên nexweş de biryara "dikare di girtîgehê de bimîne" dide û bi vê biryarê berdana girtiyên nexweş tê astengkirin û ji ber vê gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin.    Ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan malbatên girtiyan li Amedê di 16’ê Mijdarê 2021’ê de dest bi çalakiya nobeda edaletê kirin. Piştî Amedê, malbatên girtiyan li Enqere, Wan, Îzmîr û Stenbolê jî dest bi çalakiyê kiribûn.    Malbatên girtiyan ên Amedê salek e çalakiya "Nobeda Edaletê" li dar dixn. Lê tevî vê yekê jî daxwazên wan hê jî pêk nehatine. Malbatên girtiyan gelek caran di çarçoveya Nobeda Edaletê de çûbûn Enqereyê û serdana partiyên siyasî kiribûn û partiyên siyasî jî ji bo piştgiriyê û çaresrekirina pirsgirêkên wan soz dabûn. Lê partiyên siyasî heta niha soza ku dabûn malbatan bi cih neanîne.    Malbatên girtiyan bi piştgiriya gelek saziyên Amedê di salvegera çalakiya Nobeda Edaletê de wê careke din ji bo çareseriya pirsgirêkên girtiyan bang bikin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê Ozum Vûrgûn û Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) Elîf Tûran jî piştgirî dan çalakiya malbatan û xwestin ku daxwazên malbatan bi cih werin.    ‘MAFÊ TENDÛRISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN’   Tûranê diyar kir ku ji girtîgehan gelek name ji wan re tên û girtî ji ber binpêkirina mafên tendûristiyê bi gilî û gazin in. Tûranê bal kişand ser çalakiya  malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li dardixin û wiha axivî: “Ji ber ku mafê girtiyan tê binpêkirin, malbatên girtiyan ev salek e ku di çalakiya edaletê de ne. Dema li derve binpêkirinên mafan zêde dibin, ev herî pir bandorê li ser girtîgehan dike. Mehmet Emîn Ozkanê 80 salî çendî nexweşekî rewşa wî giran e jî, nayê berdan. Saziya Tiba Edlî (ATK)  berdana gelek girtiyên nexweş taloq kir. Ji bo Aysel Tûglûk jî gotibûn 'dikare girtîgehê de bimîne' lê Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê der heqê wê de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne da. Ji ber vê divê der barê girtiyên nexweş de tenê ne ATK, pisporên tendûristiyê jî biryarê bidin.”   ‘BINPÊKIRINA MAFAN ÎŞKENCE YE’   Tûranê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî zagonên navneteweyî jî binpêkirina mafê tendûristiyê ya girtiyan sûc e û wiha pê dê çû: “Li gorî zagonên navneteweyî, kesek ketibê girtîgehê tenê mafê wî/ê yê azadiya qut dibe, lê ji bilî mafê azadiyê, mafê yên derve çi bin ên girtiyan jî heman maf in. Yanî çawa ku yên li derve dikarin biçin nexweşxaneyê yên girtî jî dikarin biçin. Lê heke mafê girtiyan bê binpêkirin, ev bi tena serê xwe îşkence ye. Ji ber vê em dibêjin ku heke girtiyên nexweş nikaribin di girtîgehê de pêdiviyên xwe dabîn bikin divê heyetek serbixwe vê yekê binirxîne û biryara berdanê bide. Jixwe daxwaza malbatan jî ev e. Divê daxwaza wan bi cih were.”   ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE'   Parêzer Ozum Vûrgûnê jî der barê mijarê de anî ziman ku salek e malbatên girtiyan bi daxwaza edaletê di çalakiya Nobeda Edaletê de ne û ev tişt gotin: “Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Malbatên girtiyan heftê 3 rojan, roja sêşemê li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê, roja çarşemê li ber ATK'ê û roja pêncşemê jî li ber Edliyeya Amedê çalakiya Nobeda Edaletê li dar dixin. Çalakiya malbatan mafek e hiqûqî ye."    Vûrgûnê bilêv kir ku li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û wiha got: "Girtiyên nexweş nayên berdan û înfaza girtiyên ku cezayê wan qediyayê tê şewitandin. Yanî ev yek bêhiqûqiya li Tirkiyeyê nîşan dide. Cezakirina girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê ye.”   ‘DARIZANDINEKE CUDA LI GIRTÎGEHAN AVA BÛYE’   Vûrgûnê bibîr xist ku heta niha 49 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Tevî nexweşiyên giran jî ATK rapora, ‘dikarê di girtîgehê de bimîne’ dide girtiyan. Rêveberiya ATK'ê di destê Wezirê Dadê û Wezirê Tendûristiyê de ye. ATK jî li gorî talîmatên dewletê tevdigere. Ji ber van bêhiqûqiyan divê heyeteke serbixwe lêkolînan bike. Bi hincetên cuda înfaza girtiyan tê şewitandin, darizandineke cuda li girtîgehan ava bûye. Ev jî girêdayî dewletê ye.”   BANGA JI BO PIŞTGIRIYA NOBEDA EDALETÊ    Vûrgûnê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sepanên bêhiqûqî herî pir li hemberî girtiyên siyasî tên pêkanîn û ji bo piştgiriya çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan bang kir: “Bêhiqûqiya li girtîgehan dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê ya girtiyan. Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk jî yek ji van mînakan in.  Li dijî vê bêhiqûqiyê, berxwedana malbatan têkoşîneke hevpar jî derdixe hole. Daxwazên malbatan hiqûqî ne û mafdar in. Divê li dijî vê bêhiqûqiyê tu kes bêdeng nemine û piştgiriyê bide çalakiya malbatan.”   MA/ Mahmût Altintaş