Gelo serokê MHP’î tê parastin? 2022-11-16 13:24:52   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku Serokê MHP’a Basayê Mehmet Emîn Îlhan ê ku navê wî bi teqîna li Stenbolê re kete rojevê, li navçeyê gelek îhale standine û di gelek qadên weke cerdevaniyê û xebatên li ser navê Ocaxên Osmanî de xebat dane meşandin.   Di teqîna li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Hat îdiakirin ku çalakî ji hêla Ahlam Albashir ve hatiye kirin. Di heman demê de derket holê ku li ser xeta GSM a ku li ser navê Serokê MHP'a Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan bi Albashir re hevdîtin hatine kirin. Piştî ku ev rastî eşkere bûyî jî Îlhan daxuyanî dan lê gotinên wî hev negirtin.    Îlhan ê ku di 6’ê sibatê de bû serokê MHP’a Basayê, ji malbateke cerdevan e. Hat ragihandin ku bavê wî Halît Îlhan piştî ku 25 salan wek sercerdevan xebitî, di van rojên dawî de jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Îlhan û malbata xwe li Basayê gelek îhaleyên cemaweriyê bi dest xistine. Birîna daran a li Hîrar û gelek herêman ku li quntara Çiyayê Gabarê ne, bi destê Îlhan hatine kirin. Hate hînbûn ku xebatên rê yên li Basayê, îhaleyên ceyranê yên danîna stûnan û îhaleyên wesayîtên dibistanê jî ji aliyê Îlhan ve hatine girtin.   JI BO OCAXÊN OSMANÎ DIXEBITÎ   Birayê Îlhan ê mezin Abdûlvahap Îlhan di sala 2012’an de tevî cerdevan Ramazan Ozdemîr ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin. Piştî du salan Îlhan û Ozdemîr hatin berdan. Îlhan beriya bibe Serokê MHP’a Basayê, li Şaxa Ocaxên Osmanî ya ku di sala 2017’an de li Şirnexê hatibû vekirin, dixebitî. Lê li navçeya Basayê li ser navê Ocaxên Osmaniyan xebat didan meşandin. Li Basayê jî avahiyeke fermî ya li ser navê Ocaxên Osmanî nîne.   DAXUYANIYÊN BINAKOK   Piştî ku navê Îlhan bi teqîna li Stenbolê re derket, têkildarî mijarê daxuyaniyên binakok dan. Di axaftina xwe ya bi T24’ê de Îlhan got ku ji ber axaftinên bi Albashir re gazî îfadeyê hatiye kirin û îdia kir ku wî bi Albashir re tu axaftin nekirine. Îlhan, bi domdarî îdiaya “rêxistina terorê hewl dide lîstikê bi serê min bîne” kir û li ser pirsa “lîstikeke çawa” jî ev bersiv da: “Ez niha guncav nînim û naxwazim biaxivim.” Îlhan ê MHP’î îcar jî bo Tele1’ê axivî û ev daxuyanî derewand û wiha got: “Ez neçûme îfadeyê. Nûçe derew in. Tişta ku ew dibêjin derew e. Kes bi min re nepeyîvî, nûçeyên sexte belav kirin. Ez bi parêzer re hevdîtinê dikim, niha ez diçim dadgehê."   AXAFTINÊN XWE ÎNKAR KIR   Bi domdarî di îfadeya xwe de Îlhan ev tişt anî ziman: “Fotokopiya ehliyeta min hildan, çûn ba firoşgerekî û mînakeke wê derxistine. Min qet ew xet bi kar neaniye. Cendirmeyan gazî min kirin, ez çûm û min ji wan re got, ez ne guman im. Rêxistina terorê ji bo ku min û partiya min pîs bike ev yek kirin.” Di berdewamê de Îlhan îdia kir ku berevajî îfadeya wî ya ewil, gazî wî nehatine kirin û piştî banga cendirmeyan haya wî ji bûyerê çêbûye. Îlhan, wiha dirêjî da îdiayên xwe: “Geşedanên bi vî rengî pêk nehatin. Min qet ew xeta telefonê bi kar neanî. Ev xet sexte ye, bi navê min di sala 2019’an de 24.4.2019 fotokopiya ehliyeta min hildan, çûn ba firoşgehekê û ev xet derxistine. Qereqolê jî gazî min nekiriye. Ez tenê çûm cem cendirmeyan û min got ez ê doz vekim.”   BI CERDEVANTIYA BAVÊ XWE HEWL DA XWE BIPARÊZE!   Îlhan îdia kir ku wî di lîsteya mirinê ya PKK'ê de cih girtiye û wiha got: "Ez welatparêzekî ku têkoşînê dimeşînim û kurê baveke ku 25 salan cerdevaniyê dikim e.”   ‘LI ŞÛNA MHP’Ê, WALÎTÎ DAXUYANIYÊ DIDDE’   Ji ber ku kesek bi daxuyaniyên Îlhan kesek qaneh nebû, îcar jî Walîtiya Şirnexê kete nava hewldanan. Li gel ku peywira wê nîne jî walîtiyê daxuyanî da û îdia kir ku xeta telefonê ya navborî ji hêla Îlhan ve nehatiye bikaranîn.    Vê daxuyaniya walîtiyê rê li ber bertekan vekir û gelek kesan got: “Li şûna MHP’ê, walîtî daxuyaniyê dide.”