Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî 2022-11-16 13:25:25   AMED - Danişîna doza Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas ku piştî xerakirina cezayê wê hat lidarxistin, 8 sal û mehek û nîv ceza lê hat birîn. Dadgehê bi vê hikmê re derbarê Almas de biryara berdanê da.    Hevseroka Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) Yuksel Almaz ji doza komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn. Dadgeha Îstînafê vî cezayî xera kir û xwest Almas carek din bê darizandin. Piştî xerakirina ceza danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    DOZGER CEZA XWEST   Almas û parêzerên xwe Muhîttîn Mûgûç û Hava Hulya Atli di danişînê de amade bûn. Dozger mutalaya xwe ya cezakirina Almas dubare kir û xwest Almas girtî bê darizandin. Almas bi kurdî parastina xwe kir û da zanîn ku komeleya wan li gorî rêgezên hiqûqî hatiye vekirin û xebatên xwe dike û wan tu karek bêhiqûqî nekiriye û xwest demdirêjiya girtina wê li ber çavan bê girtin û daxwaza berdan û beraetê kir.    Parêzeran jî xwest miwekîla wan bê berdan û beraetkirin.    CEZA BIRÎ Û TEHLIYE KIR    Dadgehê ewilî 9 sal û 9 meh cezayê hefsê li Almas birî û pişt re daxistina takdîrî pêk anî û cezayê Almas dixist 8 sal û mehek û nîvê. Dadgeh bi vê hikmê re derbarê Almas de biryara berdanê da.