Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin 2022-11-16 14:21:14   ŞIRNEX - Cîranê Dilvîn Îbrahîm a 10 salî ku li malê cenazeyê wê hatibû dîtin, hat binçavkirin.   Li Taxa Yenî ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê zaroka 10 salî ya ji rojavayê Kurdistanê ya bi navê Dilvîn Îbrahîm ku bi diya xwe û xwîşka xwe re di ma, duh li malê mirî hatibû dîtin.    Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komare ya Hezexê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de xwediyê malê Mehmet Şirîn Zaynaloglû hate binçavkirin.    Lêpirsîna têkildarî mirina Dilvîn Îbrahîm didome.