Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye 2022-11-16 14:56:39   MÊRDÎN – Hevşaredara HDP’î ya Dêrikê Mulkiye Esmez a li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di salvegera tayînkirina qeyûm de axivî û anî ziman ku qeyûm talan û wêranî ye.   Di 16’ê cotmeha 2019’an de li Şaredariya Dêrikê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de qeyûm hate tayînkirin. Rêxistina HDP’a Dêrikê li pêşiya avahiyê partiya xwe li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî da. Hevseroka li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Mulkiye Esmez, gelek endamên Meclisa Şaredariyê û welatî tev li daxuyaniyê bûn.    ‘QEYÛMÊN XWE VEKIŞÎNIN’   Di daxuyaniyê de Esmez bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û wiha axivî: “Îradeya gelê Dêrikê hate xespkirin. Gelê me li gel vê yekê her tim li îradeya xwe xwedî derket. Hebûna qeyûman nayê qebûlkirin. Ji ber ku qeyûm talan û wêranî ye. Qeyûm tenê dikare dest dane ser projeyên me yên bi salan. Projeyên me betal kirin û dest danîn ser destketiyên me. Ji xeynî van tiştek nekirine. Qeyûm biryara desthilata halê hazir e. Dest ji şandina qeyûman berdin û qeyûmên xwe paş de vekişînin. Gelê me nikare biçe şaredariyê û derdê xwe bebêje. Pergala xwe ya B’yê bigûherînin.”