Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin 2022-11-16 15:08:09   STENBOL – Xwendekarên zanîngehê li dijî êrişên ser zanîngehan zêde dibin daxuyanî dan û wiha gotin: “Ji bo pêşeroja xwe, em ê têkoşîna birêxistinkirî mezintir bikin.”    Xwendekarên zanîngehê têkildarî êrişên di demên dawî de li dijî zanîngehan zêde dibin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “ Li dijî provakasyonên faşîst ên li zanîngehan: Ji bo maf, azadî û pêşeroja xwe dê têkoşîn bidome” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de tevî gelek xwendekaran, her wiha Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî amade bû.    Daxuyanî ji hêla Yaren Sarisaltik ve hat xwendin. Saltik, anî ziman ku bi sala ye bi destê Yekîneya Ewlekariya Taybet (OGB) û polîsan li ser xwendekaran zext tê kirin û wiha got: “Her wiha bi destê Saziya Hîndekariya Bilind (YOK) hewl didin mafên me yên xwe birêxistinkirinê xesp bikin. Li gel van êrişan, her wiha çeteyên faşîst jî dişînin ser xwendekaran. Bi van êrişan dixwazin xebatên şoreşgerî li zanîngehan tune bikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrişên faşîzane dixwaze çavê ciwanên şoreşger-demokrat-welatparêz bitirsînin. Faşîstan di êrişa xwe ya li Beyazitê de gefa tecawizkirinê li jinekê xwar. Van tevekan jî bi alîkariya OGB û polîsan dikin.”   Saltik, daxuyaniya xwe wiha domand: “Desthilatdariya siyasî dixwaze zanîngehan teslîm bigire lê ev hewldana wê vala ye. Dê ciwan li hemberî êrişên faşîst bêdeng nemînin. Em ê bi têkoşîna xwe rê nedin van êriş û provakasyonên faşîst. Em ji zanîngehan heta wargeh û kolanan, li her deverê têkoşîna xwe birêxistin bikin û mezintir bikin.”    ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî bertek nîşanî tundiya li dijî xwendekarên zanîngehê da û da zanîn ku ew bi xwendekaran re ne û amade ne ku li dijî binpêkirinan her tim alîkariyê bidin wan.