Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn 2022-11-16 15:18:13   STENBOL - Ji bo parêzer Jiyan Tosun ku piştî êrişa li Taksîmê hedef hatibû nîşandan, biryara parastinê hate dayîn.    Piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Beyoglû ya Stenbolê, Adem Taşkaya yê ji Partiya Zaferê parêzer Jiyan Tosun hedef nîşan dabû. Piştî vê hedefnîşandanê jî gelek gefên kuştinê li Jiyan Tosun hatin xwarin. Li ser vê yekê Tosun li dozgeriyê gilî kiribû û ji bo Tosun biryara parastinê hat dayîn. Di hevdîtinên bûdçeyê ya Wezareta Edaletê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum hedefnîşandana Tosun ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî. Bozdag jî da zanîn ku ji bo Tosun biryara parastinê hatiye dayîn.    Piştî daxuyaniya Bozdag, Tosun bi Arti Gerçekê re axivî û diyar kir ku biryara parastinê ji wê re hatiye ragihandin. Tosun, da zanîn ku derheqê wê de biryara parastina ji dûr ve hatiye dayîn.