Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş 2022-11-16 15:20:50   MÊRSÎN - Şîna Endama YJA-Starê Bûrcû Durmûş a li Metînayê jiyana xwe ji dest dabû li Mêrsînê hate danîn û seredan bi girseyî hate kirin.    Ji bo endama YJA-Starê Burcû Dûrmûş (Arjîn Êriş Erûh) ku di 18’ê tebaxê de li Metînayê jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslarê şîn hate dayîn û mewlût hate xwendin. Komeleya Çand, Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Mezopotamyayê (MEYA-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tev li serdana şînê bûn. Girseya li pêşiya avahiyê navçeya HDP’a Toroslarê kom bû, bi girseyî ber bi mala Dûrmûş ve meşiya û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bîjî berxwedana gerîla” berz kirin.