Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin 2022-11-16 15:48:20   STENBOL - Dîmenên Ahlam Albashir a ku tê îdiakirin êrişa li Cadeya Îstîklalê pêk aniye hatin parvekirin. Tê îdiakirin ku dîmen 40 deqe ne lê belê tenê destpêk û dawiya dîmenan hatin parvekirin.    Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê têkildarî teqîna li Cadeya Îstîklalê dîmenên nû parve kirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku Ahlam Albashir ku tê îdiakirin êriş pêk aniye bi çenteyê pişt û bi poşetekî dikeve Qada Taksîmê û ber bi cadeyê ve dimeşe.    Balkêşe ku tenê destpêk û dawiya dîmenan hatin parvekirin ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag digot: “Jinek li ser textebendê zêdetirî 40 deqeyan rûdine û piştre jî radibe.”    Her wiha di dîmenan de Albashir saat di 15.17'an de ji Qada Taksîmê ber bi Cadeya Îstîklalê ve dimeşe. Saet di 15.29'an de jî ji pêşiya dikaneke bi navê Bambî re derbas dibe û deqeyek piştre jî li ser textebendeke li cihê teqînê rûdine. Saet di 15.30'an de jî Ahlam Albashir li ser textebendeke li cihê bûyerê rûdine û saet di 16.11’an de çenteyê xwe li wir dihêle û radibe.    D dîmenên hatine parvekirin de 41 deqeyên di wê navberê de nehatine parvekirin. Albashir ku saet di 16.11’an de çente li cihê textebendê dihêle, radibe û di nava heman deqeyê de berê xwe dide Qada Taksîmê. Albashir, ber bi Qada Taksîmê ve dimeşe û di dîmenên piştre de jî tê dîtin ku baz dide. Saet di 16.14'an de Ahlam Albashir dest bi bezê dike û sê deqe piştre dîsa li qadê dikeve ber qeydên kamerayê. Di dîmenan de xuya dibe ku Albashir saet di 16.17’an de dema ber bi aliyê Hotêla The Marmarayê ya li qadê ve dimeşe xuya dike.