Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin 2022-11-16 15:55:22     ENQERE – Bersûc M.Y.O. yê li Altindagê 5 afgan kuştibû piştî ku dersînor bû, der barê wî de bultena sor derxistin.    Li maleke navçeya Altandag a Enqereyê di şeva 10’ê cotmehê de cesedê 5 afganên ku li gorî şêniyên taxê bi awayeke hovane hatibûn qetilkirin, hatin dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de der barê bersûcê qetilkirinê M.O.Y. de piştî ku dersînor bû bûltena sor hate derxistin. Hat destnîşankirin ku M.Y.O. di 9’ê cotmehê de ser Pakistanê reviyaye Efxanistanê.