Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin 2022-11-17 09:01:19   STENBOL - Serokê ADFE'yê Celal Firat ragihandin ku dê di 25'ê kanûnê de li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin û got ku ev serokatê tê wateya "qeyûmtiyê."    Di 9'ê mijdarê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan Serokatiya Cemxaneyê hatibû avakirin. Li gorî qanûnê dê serokatî ji 11 kesan pêk bê û endamên Desteya Şêwirmendiyê jî dê ji aliyê serokkomar ve bên hilbijartin. Dê heqê mesrefên av û ceryanê dewlet û yên mehane jî Wezareta Çand û Turîzmê bide. Rêxistinên elewiyan avakirina Serokatiya Cemxaneyê wekî "tayînkirina qeyûm" dinirxînin û li dijî wê ne. Rêxistinên elewiyan ku di 13'ê mijdarê de li 22 bajaran bi awayekî hevwext daketin qadan peyama "em qebûl nakin ku kes me tarîf û texrîf bike" dan desthilatê.    Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) serokatiya ku hatiye avakirin û daxwazên elewiyan nirxand.   DAXWAZÊN ELEWIYAN    Firat ragihand ku 12 daxwazên elewiyan ên wekî welatîbûna wekhev, demokrasî, wekî perestgehê naskirina statûya cemxaneyan, jiholêrakirina dersên olî yên mecbûrî û Diyanetê hene. Firat da zanîn ku daxwaznameyên xwe yên di vî warî de ragihandine rayedaran, lê belê rayedar li wan venegeriyane. Firat, diyar kir ku gava van daxwazên xwe ragihandine hin derdorên elewî yên nêzî desthilatê çûne gundên elewiyan û helwesteke wekî "Camên we yên şikestî hene? Deriyên we yên şikestî hene? Dîwarê we boyaxkirî ne yan na? Em dikarin banê we tamîr bikin?" nîşan dane û got ku di pêvajoya avakirina serokatiyê de civaka elewî baş nehatiye serwextkirin.   DÊ KOMCIVÎNEKE LI DAR BIXIN    Bi domdarî Firat anî ziman ku dê li dijî vê serokatiyê xeteke nû ya têkoşînê diyar bikin û got ku dê di demek 25'ê kanûnê de çalakiyeke mezin li dar bixin û ji bo vê ev agahî dan: "Me li Anatoliyayê 5 kom ava kirin. Em biçin ku derê dê ev kom li wir bixebitin. Em dixwazin heya 25'ê kanûnê xwe bigihînin her derê. Di 25'ê kanûnê de jî em dixwazin di çarçoveya van meseleyan de qadekê biafirînin. Dê têmaya sereke ya vê qadê têkildarî pirsgirêkên elewiyan û zimanê cihêkar ê li hemberî elewiyan be. Em ê van xebatên xwe di 25'ê kanûnê de li Yenîkapiyê bi komcivîneke ragihînin gelên Tirkiyeyê."   TÊKOŞÎN   Firat destnîşan kir ku piştî avakirina serokatiyê dê zextên li ser cemxaneyan zêde bibin û ev tişt gotin: "Ez yeqîn dikim ku di vê demê pêvajoyê de ev dê biçin. Gelên Tirkiyeyê dê rê nede cihêkariyên evana."    Di berdewamê de Firat da zanîn ku civak li dijî vê biryarê ye û ev tişt anî ziman: "Em her roj rojê pêwendiyê bi hezaran mirovî re datînin. Civak bibertek e. Em empatiyê bikin; em ferz bikin sunî niha di şûna elewiyan de ne û elewî dê ji wan re bibêje em 3-4 qurîşan bidin we û hûn jî Wezareta Çand û Turîzmê esas bigirin. Dê qebûl bikin an na? Dê qiyametê rakin. Kes bi dersên dînî yên mecbûrî re eleqedar nabe. Ji lew re mifha wan tê de heye. Dixwazin civakeke paşverû biafirînin."    BANGAWAZΠ   Firat bang li kesên ku dixwazin têkevin bin banê serokatiya cemxwaneyê kir û axaftina xwe wiha qedand: "Sûdê ji Pîr Siltan Evdal û Xizir Paşa (ê bû sedema mirina Evdal) ên di salên hezar û 500'î digirin. Her du jî elewî bûn. Niha civaka elewî mîsyonekê li Xizir Paşa bar dike. Her wiha mîsyoneke Pîr Siltan Evdal jî heye. Bila nebin Xizir Paşayên vê civakê. Sibê dusibe dê çawa li nava çavê zarokên xwe mêze bikin. Qet nebe bila li dû xwe tiştekî xweş bihêlin. Em ê wan li her derî deşîfre bikin. Kî bêbextiyê li civaka elewî bike, em ê wan bi awayekî herî xwerû ji civaka xwe re bibêjin."