‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin' 2022-11-17 09:02:17   WAN - Parêzer Nedîm Sarisaç diyar kir ku di saleke dawî de nêzî 70 girtî jiyana xwe ji dest dane û got ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin êdî rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin.    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibin. Mafê ragihandin, ewlehî û jiyanê yên girtiyan tên binpêkirin û li dijî van binpêkirinan jî çalakiyên girtiyan didomin. Herî dawî li Girtîgeha Dûmlûyê ya Erziromê paceyên hucreyên yekkesî bi têlên hesin ên qalind hatibûn girtin. Girtiyan li dijî vê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribû. Her wiha li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û li Girtîgeha Wanê jî binpêkirinên mafan zêde dibin.    Endamê Komîsyona Mafên Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nedîm Sarisaç, got ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihaştine asteke cuda.   MAFÊ JIYANÊ    Sarisaç anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bênavber didomin û got ku armanca van binpêkirinan jî tepisandina girtiyan e. Sarisaç da zanîn ku her rêveberiya nû ya tê girtîgehê ne hiqûqê, "rêbazên xwe" bi kar tîne û ev tişt gotin: "Mixabin her rêveberiya ku tê hiqûqê esas nagire. Ger mewzûatên têkildarî hiqûqê bihatana şixulandin, dê ev qas binpêkirin rû nedana. Em hatine cihekî wiha ku di saleke dawî de nêzî 70 girtî yan li girtîgehê yan jî piştî hatine berdan bi demeke kurt jiyana xwe ji dest dane. Êdî ji binpêkirinên mafan wêdetir, me dest bi parastina mafê jiyanê yê girtiyan kiriye. Lewre li girtîgehan êdî binpêkirinên mafan bandorê li jiyana girtiyan dikin. Ev jî, ji ber vê yekê ye ku rêveberiya girtîgehê li gorî berjewendiyên desthilatê hereket dike."    BINPÊKIRINA MAFAN   Bi domdarî Sarisaç da zanîn ku porsiyonên xwarinê yên girtiyan hindik tên dayîn, av bisînor têdayîn û girtî bi awayekî kêfî tên sewqkirin û odeyên wan tên guherandin. Sarisaç diyar kir ku çendî pandemî bi dawî bûye jî hê jî çalakiyên sosyal tên astengkirin û wiha domand: "Bi taybetî gardiyan hewl didin girtiyan proveke bikin. Li gorî mewzûatê dema telefonê saet û nîv e, lê rêvebiriyên girtîgehan ew kirine 40 deqe."     XWENEGIHANDINA TENDÛRISTIYÊ    Di berdewamê de Sarisaç destnîşan kir ku li girtîgehan pirsgirêka herî bingehîn binpêkirina mafê tenduristiyê yê girtiyan e û ji bo vê ev tişt anî ziman: "Hema bibêje mafê xwegihandina tendûristiyê yê girtiyan tune ye. Bi taybetî jî di demên dawî de girtiyan nabin revîrê jî. Gava wan dibib revîrê yan jî nexweşxaneyê muayeneya bi awayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin. Girtî jî vê yekê qebûl nakin û bêyî bên muayenekirin cardin wan tînin nexweşxaneyê. Bi vî awayî mafê wan ê xwegihandina tendûristiyê tê binpêkirin. Her wiha xwegihandina ava paqij jî tune ye. Fiyetên tiştên li qantînê pir biha ne, berên li qantînê bêqalîte ne, radyoyên wan tên desteserkirin. Tew radyoyên tên desteserkirin tên xerakirin û cardin radestî girtiyan tên kirin. Daxwaznameyên girtiyan naşînin û yên tên şandin jî nayên bersivandin. Nameyên ji girtiyan re tên jî piştî 7-8 mehan radestî wan tên kirin."   DARAZA KU KETIYE BER ÇERXA SIYASETÊ   Bi domdarî Sarisaç diyar kir ku hiqûqa van binpêkirinan ji holê rake nayê pêkanîn û wiha bi dawî kir: "Ev, li gorî xwesteka dozgeriyan û desthilatê tên kirin. Anku daraz ketiye destê desthilatê û li gorî desthilatê hereket dike. Sedema domandina van binpêkirinan ev e. Êdî divê dawî li van binpêkirinan bê. Ji bo vê jî ewilî divê hiqûq bê şixulandin û mafên mirovan ên bingehîn esas bên girtin."   MA / Cengîz Ozbasar