Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje 2022-11-17 10:33:44   RIHA - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa diyar kir ku ji bo şopandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê şande biçin serdana Îmraliyê û wiha got: “Divê CPT ne serdanên ji rêzê lê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev 19 meh in ne dikare bi malbata xwe re û ne jî bi vasî û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir ku hevdîtin di niviyê de hat qutkirin. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji bo astengkirina hevdîtinan “cezayên disiplînê” weke hincet nîşan dide. Li hêla din, bertekên li dijî tecrîdê jî bênavber didomin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa têkildarî tecrîdê bi ajansa me re axivî û got ku mebesta ji tecrîdê ew e ku serî bidin tewandin.    Mûstafa Vefa diyar kir ku weke komeleyê pirsgirêkên li girtîgehan tespît kirine û wiha got: “Di vê navberê de pirsgirêka herî mezin, tecrîd e. Tecrîda li Îmraliyê û li girtîgehên din didome. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û binpêkirina rûmeta mirovan e. Mebesta ji tecrîdê ew e ku serî bidin tewandin û hewl didin rûmet û sekna mirovan têk bibin. Mirov zindiyekî civakî ye û rêya qutkirina wî ya bi dinyayê û mirovan re jî tecrîd e. Desthilatdarî ji vê rêbazê mebest dike ku vîna mirovan bişikîne û di nava girtîgehê de têxe girtîgeheke din.”    'DEWLET, HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE’    Bi domdarî Vefa anî ziman ku Îmrali ev demekî dirêj e di rojeva parastvanên mafên mirovan de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo Ocalan û girtiyên li wir, pergaleke tecrîdê ya pir giran di meriyetê de ye. Yek ji pirsgirêka bingehîn ew e ku bersivê nadin serlêdanên malbat û parêzeran. Qanûna girtîgehan a Tirkiyeyê zelal e. Divê ev qanûn ji bo hemû girtî û hikûmxwaran wekî hev bin. Nabe ku di navbera girtî û hikûmxwaran de ji ber sekna polîtîk cihêkariyê bikin. Di qanûna înfazê de hevdîtinên bi parêzeran re vekirî ye û yek bi yek hatiye destnîşankirin. Bi hûr û kûr hatiye vegotin bê ka dê hevdîtinên bi malbatan re, hevdîtinên ser telefonê, pêwendiyên bi deve re û hwd. çawa pêk bên. Heke dewlet di pêkanîna van qanûnan de li gorî şexsan cihêkariyê bike, ev tê wê wateyê ku hiqûqa xwe binpê dike.”    HELWESTA DARAZÊ   Di berdewamê de Vefa got ku qanûn li Îmraliyê tên binpêkirin û ev nirxandin kir: “Dema parêzer û parastvanên mafên mirovan li dijî vê serlêdanan dikin, li pêşiya wan pirsgirêkeke din derdikeve. Dewleta ku qanûnên xwe binpê dike, darazê li gorî armancên xwe bi kar tîne. Dema serlêdaneke wiha tê pêşiya dadgerê li Dadgeriya Înfazê peywirdar, dema dît ku girtiyek demekî dirêj bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin nekirine, divê bibêje ku ev rewş binpêkirina qanûnan e. Divê daraz li dijî vê rewşê tevdîran bigire lê belê mixabin veguherîne saziyên wisa ku di çarçoveya armancên polîtîk ên desthilatdariyê de biryaran didin.”    JI BO ‘HÊVIYÊ’ ASTENGÎ!   Parêzer Vefa, bal kişand ser hewldanên navneteweyî yên li dijî tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Ev demekî dirêje e ku mafên hiqûqî yên li Îmraliyê ji ber helwestên polîtîk tên binpêkirin. Dewlet nikare helwesta xwe li gorî şexsan diyar bike. DMME’yê jî biryar dabû ku ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan hatiye binpêkirin. Ocalan, ji ber sedemên polîtîk ji vî ‘mafê hêviyê’ bêpar hatiye hiştin. Heke ev sepan bidomin, divê bi eşkerayî bê deklarekirin ku em dewleteke hiqûqê nînin. Heke îdiayeke wan a dewleta hiqûqê hebe, divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan û girtiyên din bê qebûlkirin û bihêlin ku bi dinyayê re pêwendiyan deynin. Ji ber ku li holê qanûnek heye û divê hemû kes bi van qanûnan bike.”    'SEDEMÊN PÊKENOK’    Têkildarî hincetên astengkirina hevdîtinan ên weke “keştî xerab bûye" û “”Cezayê disiplînê” jî Vefa wiha got: “Dema tecrîd dikeve meriyetê, hemû saziyên dewletê bi hev re tevdigerin. Divê cezayê disiplînê teqez ji girtî û nûnerên wî yên qanûnî re bê ragihandin. Mafê wî yê îtîraza li dijî vê heye. Niha sedemên pir komîk nîşan didin û bi vî awayî hewl didin rê li ber îtîrazê jî bigirin. Li dijî tecrîdê heta niha jî encamek ji peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî îmze kiriye, derneketiye. Saziyên navneteweyî biryaran didin ku binpêkirin hene. Lê belê ev bes nake. Divê ev sazî di zûtirin demê de biçin Girtîgeha Îmraliyê û lêkolînan bikin. Divê venihêrînê bikin bê ka Tirkiye li gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî tevdigere yan na. Di serî de CPT divê dev ji serdanên xwe yên jirêzê berde û têkildarî vê mijarê ne raporan lê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje. Divê liv û tevgerên Tirkiyeyê yên derhiqûî bên tespîtkirin û mueyîde lê bên ferzkirin.”    'OCALAN AKTOREKE GIRÎNG E’   Herî dawî jî Vefa ev tişt anî ziman: “Em ji bo aştî û aramiyê dixebitin û dixwazin ku şer û pevçûn bi dawî bibin. Ji bo vê jî divê bi aliyan re peywendiyên bitendurist hebin. Abdullah Ocalan jî ji bo bidawîkirina van şer û pevçûnan aktoreke girîng e. Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin, bikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinan bike û bi dinyaya derve re têkiliyan deyne.”    MA / Mujdat Can