Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê 2022-11-17 10:55:41   STENBOL – Li gel Alham Albashir, 48 kesên ji ber teqîna Taksîmê hatibûn binçavkirin ji bo îfadeyê wan bên wergirtin sewqî edliyeyê kirin.    Di 13'ê cotmehê de li ser Cadeya Îstîklalê ya Beyoglû ya Taksîm a Stenbolê teqînek pêk hat û di teqînê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Li gel Alham Albashir, 48 kesên piştî teqînê hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî, sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.    Ji 51 kesan kar û barên îfadegirtinê yên 49 kesan ên li Mîdûriyeta Polîsan a Stenbolê bi dawî bûn û bi çar dolmîşên polîsan û li gel wesayîtên zirxî ji bo ku kontrola wan a tenduristî bê kirin birin nexweşxaneyên derdorê. Piştî kar û barên kontrolên tendûristiyê, binçavkirî ji bo îfadeyên wan li dozgeriyê bên girtin bi wesayîtên zirxî anîn Adliyeya Stenbolê ya Çaglayanê.