Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî 2022-11-17 12:08:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku divê rewşenbîr jî di komîsyona taybet a ji hêla Parlamentoya Iraqê ve ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî hatiye avakirin de cih bigirin û wiha got: “Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina ‘îdiaya’ bikaranîna çekên kîmyewî."   Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê, komîsyoneke taybet ava kir. Di vê çarçoveyê de komîsyon dê biçe herêmên ku operasyonên Tirkiyeyê lê didomin û li wir lêkolînan bike. Rojnameger Mervan Ozdemîr têkildarî komîsyonê bi ajansa me re axivî.    ‘HEWLDANÊN LÊKOLÎNÊ HATIN ASTENGKIRIN’    Rojnameger Ozdemîr anî ziman ku şandeyên dixwestin li herêmê lêkolînan bikin her tim ji hêla PDK’ê ve hatin astengkirin û wiha got: “Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê ji nîva nîsanê û pê de berfirehtir bûn. Gelek daxuyanî hatin dayîn ku di van êrişan de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Lê mixabin ev mijar cidî nehat destgirtin. Lewma jî dewleta tirk hîn bêhtir çekên kîmyewî bi kar anîn. Mixabin ku ev rastî piştî parvekirina dîmen û wêneyên ku dê tu carî ji bîra gelê kurd neçin, bûn rojev. HPG’ê di van du salên dawî de gelek caran banga lêkolînkirina çekên kîmyewî kir. Mixabin ev bang bêbersiv man. Rast e çendek saziyan bersiv dan van bangên HPG’ê û hatin herêmê lê PDK’ê destûr neda ku ev sazî li herêmê lêkolînê bikin.”     ‘BERXWEDANÊ ENCAM GIRT’   Bi domdarî Ozdemîr destnîşan kir ku avakirina komîsyonê encama berxwedanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di qonaxa niha de dewleta tirk bi daneyên şênber ên ku tu wijdan, exlaq û rûmeta civakê qebûl neke kete rojevê. Parlamentoya Iraqê biryara avakirina komîsyonê da. Dibe ku bandora hikûmeta nû be. Lê divê tiştek neyê jibîrkirin ku avakirina vê komîsyona ji bo lêkolînê, encama berxwedana gelê kurd e. Dibe ku komîsyon hatibe avakirin lê divê sazî û kesayetên navneteweyî ji ber vê biryarê xwe sist nekin.”    ‘DIVÊ WERE ŞOPANDIN’   Di berdewamê de Ozdemîr bi lêv kir ku divê komîsyon ji nêz ve bê şopandin û rewşenbîr jî beşdarî komîsyonê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sedsaleke wiha de ku hemû dîrok, çand û nasnameyên civakan tên binpêkirin, divê em li bendê nebin ku ev komîsyon bi hesasiyeteke mezin rastiyan bişopîne. Civak, sazî û rêxistinên serbixwe û rewşenbîrên ku di gotina heqîqetê de dudil tevnagerin, berdêla wê çi dibe bila bibe, divê vê komîsyonê bişopînin. Ji ber ku dema mijar bû berjewendî, dibe ku destwerdan li vê komîsyonê bê kirin û ji bo beraetkirina dewleta tirk ji vî sûcî hewldan çêbibin. Avakirina komîsyonê, qebûlkirina 'îdiaya' bikaranîna çekên kîmyewî ye. Eşkere ye ku çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li ser vê bingehê divê saziyên pêwendîdar, rewşenbîr û zanyarên ku di vê mijarê de hestiyar jî vê komîsyonê bişopînin û di nava wê de cih bigirin.”