‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’ 2022-11-17 13:12:50   WAN – Koordînatora Koma Tora Piştevaniyê ya Rojhilatê Anatoliyayê Jiyan Ozkaplan diyar kir ku di demên dawî de li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan sepanên keyfî di meriyetê de ne û bang li hikûmetê kir ku dev ji van sepanan berde.    Koma Tora Piştevaniyê ya Rojhilatê Anatoliyayê ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ya Wanê û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê pêk tê, têkildarî sepanên di demên dawî de li dijî parastvanên mafên mirovan de di meriyetê de li Şaxa ÎHD’a Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastvanên mafan nayên bêdeng kirin” hatibû vekirin û daxuyanî ji hêla Koordînatora Koma Tora Piştevaniyê ya Rojhilatê Anatoliyayê Jiyan Ozkaplan ve hat xwendin. Ozkaplan, diyar kir ku zextên li Kurdistan û Tirkiyeyê di demên dawî de zêde bûne û wiha got: “Ev demekî dirêj e ku parastvanên mafên mirovan, bijîşk, hawirdorparêz, parêzvan û rojnameger di bin zextê de ne. Ev zext, di vê meha dawî de hêj zêdetir bûn. Bi binçavkirinên keyfî yên demdirêj, girtin, îşkence û lêpirsînan hewl didin rê li ber xebatên parastvanên mafên mirovan bigirin.”    ‘DARAZ VEGUHERÎ BERDEWAMIYA DESTHILATDARIYA VENENIHÊRTÎ’    Bi domdarî Ozkaplan bal kişand ser azadiya fikr û xweîfadekirinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Azadiya fikr û xweîfadekirinê tenê ji bo parastina fikrên dewlet û civakê nîne, her wiha ji bo fikrên ku bi xweşiya civakê naçin û yên tirsnak jî ye. Desthilatdarî, maf û azadiyan tune dihesibîne. Daraza ku divê serbixwe be, veguheriye berdewamiya desthilatdariya venenihêrtî. Bi vê yekê re jî biryarên ku rê li ber azadiya fikr û xweîfadekirinê digirin dide. Ji ber hewldanên desthilatdariyê yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan, fikarên me hene. Divê di zûtirin demê de dawî li tacîza darazê ya li dijî Şebnem Korur Fîncanci, xebatkarê Nûnertiya TÎHV’ê ya Stenbolê û Pisporê Xizmetên Civakî Bîlal Yildiz û hemû rojnamegerên girtî bînin.  Her wiha divê ev kes di zûtirin demê de bên berdan.”