Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin 2022-11-17 14:27:39 STENBOL - Danişîna doza xebatkarê ÎBB’ê Nûrî Başkapan ku bi hinceta “ji mirina endamên MÎT’ê û leşkeran ên di êrişê Garêyê de Erdogan berpirsyar dîtiye” tê tawanbarkirin, îro hat lidarxistin. Danişîn, hat taloqkirin.    Bi hincetên ku ji mirinên endamên MÎT’ê û 13 leşkerên di dema êrişa li dijî Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan berpirsyar dîtiye, ji ber parvekirinên xwe yên têkildarî xwestina pereyan a di dema pandemiyê de, kirina mizgeft a Ayosafyayê û peyva “Şeytênê mezin”, derheqê xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Nûrî Başkapan de doza tazmînatê ya 100 hezaran hatibû vekirin. Danişîna doza Başkapan li 5’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Stenbolê hat lidarxistin. Di danişînê de Başkapan û parêzerê wî Ferdî Yamar amade bûn. Her wiha parêzera Erdogan, Zeynep Şengul jî di danişînê de amade bû.    Şengul, di danişînê de got ku 8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî jî derheqê Başkapan de ceza da ye. Parêzer Yamar jî bi bîr xist ku di tu dozên ku ceza li Başkapan hatiye birînde ceza teqez nebûye, hêjta qonaxên îstînaf û temyîzê hene û bal kişand ser biryarên beraetê yên derheqê Başkapan de. Her wiha Yamar, xwest ku CD’yê wan li dosyayê zêdekirin jî bê nihêrtin.    Dadgehê jî rewşa madî da ber çavan û biryar da ku CD ji hêla kesê pispor vê vekolandin. Danişîna dozê taloqî 4’ê nîsanê hat kirin.