Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand 2022-11-17 16:44:31   AMED - Ciwanên Xwendekar ên Zanîngehê biryar dan ku xebatên xwe yên rêxistinî di bin sîwana “Meclisa Xwendekarên Demokratîk” de bikin yek û bang li hemû xwendekaran kirin ku tev li komxebatên ku dê li Îzmîr, Eskîşehîr, Dêrsim, Wan û Stenbolê bên lidarxistin bibin.    Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz, ragihand ku di bin sîwana Meclisa Xwendekarên Demokratîk de bûne yek. Xwendekaran têkildarî mijarê li Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji zanîngehên azad û serbixwe ber bi civaka demokratîk ve” hate vekirin. Daxuyaniya bi kurdî Serhat Taşkin û ya bi tirkî jî Bestar Guneşlî xwend.    Taşkin, di serî de bal kişand ser jinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rejîmê li ber xwe didin û wiha got: “Em serhildana bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ û bi pêşengtiya jinan li dijî rejîma faşîst a Îranê tê kirin, silav dikin. Em bi serhildana li rojhilatê Kurdistanê careke din dibînin ku avakirina civaka azad û pêşeroja azad a bi pêşengtiya jin û ciwanan xeyal nîne.  Netewe dewlet, ji bilî şer, hilweşîn û krîzê tiştekî din nadin. Ji bo domandina hegemonyaya xwe jî serî li rêbazên herî qirêjî û derexlaqî dide. Dewleta ku bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re êrişên xwe yên li dijî kurdan derxistin lûtkeyê, tehemûla destkeftiyên gelê kurd nake û dixwaze tehekûma xwe ya mutleq ava bike. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê kurd bi sedsalane didomin, sedema bingehîn a neçareserkirina van krîzan e.”    ‘KAMPÛS VEGUHERANDIN QADÊN ŞERÊ TAYBET’    Bi domdarî Taşkin ev tişt anî ziman: “Yek ji qadên ku pirgsirêkên civakî lê zêde tên jiyîn jî, zanîngeh in. Pergal dixwaze kesayetên nafikirin, napirsin û îtîraz nakin biafirîne. Ev sazî jî bûne parçeyeke polîtîkayên  înkar û qirkirina çandî. Rejîma îmhaker, ji bo kedîkirina xwendekaran, kampûs bi OGB û polîsan tije kirine. Ev qad, veguherîne navendên sepanên antîdemokratîk û qadên şerê taybet. Êrişên faşîzan, zext û girtinên bi pêşengtiya polîsan li zanîngehan pêş dikevin, êdî derketine lûtkeyê. Bersiva herî xurt a li dijî van êrişan jî, xurtkirina têkoşîna birêxistinkirî ye. Ji bo ku zanîngeh û her qadên civakî bêhtir demokratîk û azad bibin, em ê erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û ji bo avakirina zanîngehên serbixwe, azad û demokratîk û ji bo perwerdeya zanistî ya bi zimanê dayikê têbikoşin.    EM Ê JI BO ZIMANÊ KURDÎ TÊBIKOŞIN   Ji bo ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdistanê û gelê kurd jî, em ê ziman, çand, huner û wêjeya kurdî biparêzin û ji perwerdeya bi zimanê dayikê heta dawiyê têbikoşin. Bi mîrateya me ji Hakî, Mazlum û Îboyan dewr girtî re em ê bibin parastvanên nasnameya jinê û gelê bindest. Yên ku dê têkoşîna ji bo afirandina Kurdistanê tê dayîn ser bixin jî em ciwan in. Li ser vê esasê, em radigihînin ku weke ciwanên xwendekar ên welatparêz ên Kurdistan û Tirkiyeyê, em ê ji vir û şûnde xwe di bin sîwana Meclisa Xwendekarên Demokratîk de birêxistin bikin.  Ji bo ku di navbera ciwanên Tirkiye û Kurdistanê bibin pirek, ji bo avakirina pêşerojeke demokratîktir, em di bin Meclisa Xwendekarên Demokratîk de dibin yek û di bi hev re li ber xwe bidin û bi ser kevin.    BANGA TEVLIBÛNA KOMXEBATAN   Bi dirûşma ‘Bi ciwanên dibin pêşeng re ber bi civaka azad dibe’ dê di 23’yê mijdarê de li Îzmîrê, di 24’ê mijdarê de li Eskîşehîrê û di 26’ê mijdarê de jî li Dêrsimê Yekemîn Komxebatên Awarte yên Bajaran bên lidarxistin. Her wiha di 3’yê kanûnê de jî dê li Wan û Stenbolê komxebatên mezin ên navendî bên lidarxistin. Banga me li hemû xwendekaran ew e ku tev li van komxebatan bibin.”