Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin 2022-11-17 17:01:35 KONYA - Di danişîna doza Mehmet Altûn ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari qetil kirin tê darizandin de, li ser daxwaza reda dadger, şandeya dadgehê parêzer ji ewyanê derxistin.    7 endamên malbata Dedeogullari di 12’ê gulana 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê bi êrişa nijadperest a ferdên malbatên Keleş û Çalik re rûbirû mabûn. Di 30’yê tîrmehê de jî kujer Mehmet Altun li dijî ferdên malbata Dedeogûllari êrişek nijadperest pêk anî û 7 ferdên malbatê qetil kiribûn. Danişîna biryarê ya doza têkildarî qetlîamê ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê tê lidarxistin didome.   Daxwaza parêzeran a berfirehkirina peyketinê ji aliyê şandeya dadgehê ve nehate qebûlkirin. Dadgehê îdia kir ku daxwaz têkildarî dirêjkirina darizandinê ye û biryar da aliyê bersûc biaxive.    Parêzerên malbata Dedeogûllari, bi sedemê helwesta dadgehê ne biniyeta baş e û dijhiqûqî ye daxwaza reda dadger kir. Şandeya dadgehê li ser vê yekê parêzer ji eywanê derxistin.    Danişîn bê parêzer didome.