Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin 2022-11-17 18:38:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ragihand ku heya niha li Îran û Rojhilatê 342 kes hatine qetilkirin û ji van 42 jê zarok û 26 jê jî jin in.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya navenda wê li Ewropayê, bîlançoya serîhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê rû dabû ragihand. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku heya niha 42 jê zarok û 26 jê jin 342 kes jatine qetilkirin. Rêxistinê diyar kiriye ku ji kesên hatine girtin li hin kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn û gotiye ku lê heya niha belge bi temamî bi dest wan nekatine.    Her wiha rêxistinê ragihandiye ku heya niha xwe gihandine daneyên 23 bajaran û gotiye û bîlançoya herî giran jî ya Sîstan Belûcîstan, Tehran, Mazenderan, Sinê û Gilanê ye.