Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê 2022-11-17 21:43:57   STENBOL - Li Kadikoyê polîsan bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de girt. Berdevka Giştî ya SKM’ê Çîçek Otlû jî di nav de gelek jin bi îşkenceyê hatin binçavkirin.   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku polîsan li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de girtiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevseroka me ya Giştî Ozlem Gumuştaş, Berdevka Giştî ya SKM’ê jî di nav de, gelek jinên sosyalîst bi îşkenceyê hatin binçavkirin.“    Kesên hatine binçavkirin ev in: “Çîçek Otlû, Ozlem Gumuştaş, Tanya Kara, Berfîn Polat, Sînem Çelebî, Hacer Elçîn, Leyla Can, Fatma Kanbolat, Melîha Kayaci, Songul Akbay û Elîf Baybûrt.“