ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-18 09:00:00   * Malbata girtiyê nexweş Rojhat Aydin ku perçeyên şarapnaleê di canê wî de hene û du tiliyên wî yên rastê tune ne û di hucreya yekkesî de ye, destnîşan kirin ku divê kurd li dij vê neheqiyê rabin.    * Aktivîsta feminîst Nesrîn Afzaliyê ku got li Îranê "şerpa tabûyek e bû" destnîşan kir ku êdî ev tabû hatiye şikandin. Afzaliyê bal kişand ser cudabûna çalakiyên jinên îranî û wiha got: "Jin, berî ku şerpayên xwe bişewitînin ewilî dans kirin. Her du jî li gorî îslamê heram in."    * Endamê OHD'ê Parêzer Xebat Demîrcan diyar kir ku parêzerên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "ronahiyeke ji bo çareseriyê" dibînin û bang li rêxisinên hiqûqê kir ku li hemberî pergala tecrîdê guhnedêriyê nekin.    * Şadî Ozdemîr, birayê girtiye nexweş Sadî Ozdemîr ê ku 4 caran qeyrana dil lêxistiye û ji sedî 98 astengdar e, xwest birayê wî bê berdan û wiha ot: "5 meh in îdianame nehatiye amadekirin. Ev, îşkence ye."    * Rewşa girtiyê nexwe Mehmet Mûtlû ku nexweşîna şîzofreniyê pê re heye, her diçe xirabtir dibe. Dayîka wî Emîş Mûtlûyê got: “Lawê min nikare bê dermanan biqedîne. Bes e, êdî wî berdin."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 620’an de berdewam dike.    * Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî dê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (10.00-18.00)