‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin' 2022-11-18 09:01:16 WAN - Malbata girtiyê nexweş Rojhat Aydin ku perçeyên şarapnaleê di canê wî de hene û du tiliyên wî yên rastê tune ne û di hucreya yekkesî de ye, destnîşan kirin ku divê kurd li dij vê neheqiyê rabin.    Girtiyê nexweş Rojhat Aydin ku surgûnî girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê hatıye kirin, 8 sal in di girtîgehê de ye. Aydin ku tiliyên wî yên rast û çepê hatine jêkirin û di ling, mil û çavên wî de perçeyên şarapnelê hatine dîtin, niha li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê di hucreya yekkesî de tê girtin. Aydin, di dema binçavkirinê de sirgûnî deverên dûrî Wanê ku malbata wî lê dimîne hatiye kirin. Malbata Aydin ku rewşa wê ya aborî ne baş e, ev demeke dirêj e nikare Rojhat Aydin bibîne. Dayik Xemê Aydin û bav Mehmet Aydin dixwazin kurê wan sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin. Dayika Aydinê anî ziman ku jiyana kurê wê roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Niha di hucreya yekkesî de ye. Piştî ku ew sewqî Konyayê hat kirin jiyana wî dijwartir bû. Em nikarin biçin wir. Armanca vê yekê jî hem îşkencekirina wan hem jî ya me ye. Ev ji bo me heqaret e."   ‘TENDURISTIYA WÎ NEBAŞ E'   Dayika Aydinê anî ziman ku di hevdîtina dawî ya bi telefonê de kurê wê ragihandiye ku tenduristiya wî nebaş e û wiha got: “Nêzîkatiyên rêveberiya girtîgehê xerab in. Ev du sal in min ew nedîtiye. Ji ber ku girtiyên nexweş li girtîgehan nayên dermankirin, her tim cenaze ji girtîgehê derdikevin. Kesên ku cezayê wan qediyaye jî, êdî nayên berdan. Ev hem li girtiyan hem jî li me zilm e. Em vê zilma dewletê qebûl nakin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em dixwazin kesên ku cezayên wan qediyaye bên berdan û girtiyên nexweş bên dermankirin. Pêwîst e gelê kurd di vî warî de hestiyar be û dengê xwe li hemberî vê derxîne. Divê van heqaret û binpêkirinan qebûl neke û li dijî vê têbikoşe. Yan na dê ev pêkanîn bidomin."    ‘EM DOZA EDALETÊ DIKIN'   Bav Mehmet Aydin diyar kir ku ji ber sedemên aborî demeke dirêj e kurê xwe nedîtiye û wiha got: “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka me malbatan e, pirsgirêka hemû kurdan e. Zarokên me bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de ne û îşkence û zilma li wan tê kirin. Bila gelê kurd li dijî van kiryarên neheq û bêhiqûqî dengê xwe derxe. Divê zarokên me di girtîgehê de nerizin. Tenduristiya kurê min qet ne baş e. Li hemberî vê yekê tişta ez bibêjim ev e; tekane tişt edalet e, lê mixabin heq û hiqûq nemaye. Dema mesele tê ser kurdan be heq û hiqûq ji holê radibe. Em bang li Wezareta Dadê dikin; bila hiqûq ji bo kesên ku belesebeb girtî ne bê pêkanîn. Divê bingehên dewletê li ser hiqûqê bên avakirin. Yan na dema ku edalet nebe dê dewlet qet pêş ve neçe."   ‘A TÊ KIRIN ÎŞKENCE YE'   Bav Aydin anî ziman ku girtî bi zanebûnî sirgûnî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin û wiha axivî: “Ev ji bilî îşkenceyê ne tiştekî din e. Ev biryar hemû ji ber sedemên siyasî tên dayîn. Ger hiqûqî bûya dê girtî di girtîgehên nêzî malbatên xwe de bûna. Ger ew li vir bûya, wê derfeta me hebûya ku em herî kêm hefteyê carekê bi wî re hevdîtinê bikin. Lê di van şert û mercan de derfeta me tune ku em pê re hevdîtinê bikin, lê em dikarin bi telefonê biaxivin. Kesekî di hucreyeke yekkesî de be ma dê tenduristiya wî çawa baş be? Ev îşkence ye, neheqî ye, bêhiqûqîtî ye."   ‘DIVÊ EM BIBIN YEK'   Aydin diyar kir ku armanca vê polîtîkayê çavtirsandine girtiyan e û ev tişt gotin: “Ji ber ku girtî vê yekê qebûl nakin, rastî îşkenceyê û heqaretan tên. Em dixwazin tevahiya gelê kurd li ber vê rabe. Gava em bibin yek dê ev pirsgirêk bi temamî çareser bibin. Bêyî yekîtiyê tu tişt bi ser nakeve."