Jinên SKM û OGKî hatin berdan 2022-11-18 10:17:15   STENBOL – Jinên ku di encama serdegirtina Komeleya Jinên Ciwan a Kaktûsê de bi îşkenceyê hatin binçavkirin, hatin berdan.    Endamên Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) duh bi boneya 25’ê Mijdarê Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li Komeleya Jinên Ciwan a Kaktûsê (OGK) ya li Kadikoy a Stenbolê hatin ba hev. Dema ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de rêz digirtin, polîsan bi ser komeleyê de girtin. Di encama serdegirtinê de Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Giştî ya Meclisên Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû û nûçegihana ETHA’yê Elîf Baybûrt ku nûçe dişopand jî di nav de bi giştî 11 jin bi îşkenceyê hatin binçavkirin.    Piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê, Çîçek Otlû, Ozlem Gumuştaş, Tanya Kara, Berfîn Polat, Sînem Çelebî, Hacer Elçîn, Leyla Can, Fatma Kanbolat, Melîha Kayaci, Songul Akbay û Elîf Baybûrt birin Midûriyeta Emniyetê ya Kadikoyê. Her 11 binçavkirî jî piştî kar û barên îfadegirtinê, di saetên şevê de hatin berdan.