Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin 2022-11-18 19:45:17   STENBOL - Parlamenterên HDP’ê û parêzerên OHD’yî têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyên di Girtîgeha Bakirkoyê de, daxuyanî dan û gotin: “Îdia tê kirin ku li girtîgehê îşkence tê kirin û mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin."    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, têkildarê binpêkirina mafê girtiyên di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de bi şandeyekê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bike. Beriya hevdîtinê ber girtîgehê ji aliyê gelek polîsan ve hat girtin.    Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz û endamên OHD’ê parêzer Berîvan Bekçî, Eda Onal û Şeyma Onal xwestin bi rêvebiriya girtîgehê re hevdîtinê bikin, lê bi hinceta ku  “midûr ne li vir e, li civînê ye" daxwaza ji bo hevdîtinê hat astengkirin. Bi dû re têkildarê mijarê li ber girtîgehê daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn.     ZILMA LI GIRTÎGEHÊ   Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbazê diyar kir ku ew ji bo têkildarê pirsgirêkan hevdîtinê bi rêvebiriya girtîgehê re bikin hatine vir, lê sê roj in bersiva wan nayê dayîn. Canbazê anî ziman ku derdê rêveberiya girtîgehê ne çareserkirina pirsgirêkan e, sernixumandina pirsgirêkan e.  Canbazê da xuyakirin ku girtî ji nişkan ve tên sirgûnkirin û wiha axivî: “Girtiyên nexweş, nexweşên Hepatît B’yê, yên ji navê berjêr felcî hene. Nayên dermankirin. Pirsgirêkên cidî hene, lê rêveberî xwe nade ber çareserkirina wan. Em ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê û meclîsê behsa van bikin."   GIRTIYÊN NEXWEŞ    Endama Desteya Rêvebir a OHD’ê Edal Onalê jî derbirî ku bi guherîna rêveberiya girtîgehê di sala 2021’ê de binpêkirina mafan zêde bûye. Onalê bi lêv kir ku binpêkariyên sereke yên di girtîgehê de astengkirina mafê dermankirinê ye. Onalê da zanîn ku daxwaza girtiyan a hevdîtina bi malbatan re tê redkirin û şertên paqijî û hewadariyê bi cih nayên anîn û havînê kêzik çêdibin.  Onalê di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Dadê kir ku bi erka xwe rabe.   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulumê jî got ku heta pirsgirêk çareser nebin ew ê ji ya xwe neyên xwarê.