Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn 2022-11-19 09:01:07 AMED - Derket holê ku cêwiyên 5 salî yên di Newrozê de ji ber kincên xwe yên kurdî hatibûn binçavkirin, cilên wan wekî "delîleke" li hemberî dayik Zeynep B.'yê hatine desteserkirin û lêpirsîna hatibû destpêkirin jî bi neşopandinê bi dawî bû.     Di pîrozbahiya Newrozê ya li Bismila Amedê de A.B. û E.B. yên 5 salî yên cêwî ji ber kincên xwe yên kurdî ji aliyê polîsên ve hatibûn "desteserkirin." Derket holê ku cêwî wekî "delîleke" li hemberî dayik Zeynep B.'yê hatine "desteserkirin". Her wiha lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Bismilê der barê dayik Zeynep B.'yê de dabû destpêkirin jî, bi neşopandinê bi dawî bû.   Di pîrozbahiya Newroza Bismila Amedê ya 19'ê Adara 2022'yan hatibû lidarxistin de, her du zarokên cêwî bi hibceta kincên kurdî yên bi rengê kesk û sor û zer li xwe kirine, hatibûn binçavkirin û rastî lêgerîna tazî hatibûn. Di binçavkirinê de şopa tiliyên cêwiyan jî hatibû tomarkirin û bi vî awayî hatibûn fîşkirin. Piştî ku ev yek bûbû rojev, Midûriyeta Polîsan a Amedê, ev pêkanîn red kiribû. Lê belê lêpirsîna der barê dayik Zeynep B.'yê de hatibû destpêkirin, ev yek piştrast kiribû.   ZAROK WEKÎ DELÎL HATINE BIKARANÎN   Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Bismilê bi "propagandaya rêxistinê" der barê dayik Zeynep B.'yê de dabû destpêkirin, bi biryara neşopandinê bi dawî bû. Di lêpirsînê de, di nivîsa midûriyeta polîsan de ku ji dozgeriyê re şandiye hatiye derpêşkirin ku Zeynep B. saet li dor 13.30'an hatiye qada çalakiyê û li ser zarok E.B.'yê cilên bi rengên kesk û sor û zer ku sembola PKK'yê hebûye û ji ber vê der barê dayik Zeynep B.'yê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Lê di biryara neşopandinê de hatiye destnîşankirin ku flamaya bi rengê kesk û sor û zer hatiye vekolandin û di encama vekolînê de kifş bûye ku li ser flamayê tu sembolên PKK'ê tune ne.    Her wiha heya niha ji bo giliya Baroya Amedê û parêzerên malbatê ku ji ber "desteserkirina" zarokan giliyê polîsan kiribûn, tu tişt nehatiye kirin.