'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne' 2022-11-19 09:41:03   ŞIRNEX - Li Şirnexê û navçeyên wê walîtî û qeyûm xwendekaran dibin çalakiyên xwe û yên desthilatê. Rêvebirê Egîtîm-Senê Serhat Ûgûr bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Ev zarok, ne yekîneyên we ne jî şeqşeqkerên we yên pêşwazîkirinê ne."    Li Şirnexê û navçeyên wê, walîtî û qeymûm xwendekaran bi awayekî girseyî dibin çalakiyên xwe. Di çalakiyên wekî konser, mîhrîcan û kampan de walîtî, qeymeqamtî û saziyên din ên dewletê hemû derfetan seferber dikin û bi rêya van çalakiyan propagandaya AKP'ê dikin. Di meha Gulanê de li navçeya Qileban a Şirnexê Navend Ciwanan û Werzîşê bi navê kampê bi dehan xwendekarên lîseyê birin "Şahiya Ciwanan" a Baskên Ciwanan a AKP'ê. Her wiha di Cotmehê de jî Qeymeqamtiya Silopiyayê "Şahiya Fisteqan" li dar xist û bi fermana qeymeqamtiyê ya ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Silopiyayê bi sedan xwendekar daxilî vê "şahiyê" hatin kirin. Di 29'ê Cotmehê li navenda Şirnexê jî di bin navê "Alaya Fenerê" de meşa şevê hat lidarxistin û bi sedan xwendekar daxilî vê "şevê" hatin kirin. Li navçeya Hezexê çalakiya "Alemd Daxî" û li Cizîrê jî "Mîhrîcana Muzîkê" hat lidarxistin û bi sedan xwendekar tevlî vê çalakiyê hatin kirin.    Endamê Desteya Rêvebir a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Şaxa Şirnexê Serhat Ûgûr, bertek nîşanî vê yekê da.    FERMANA 'XWENDEKARAN BIŞÎNIN'   Ûgûr bilêv kir ku gava mirov bi dildarî biçin cihekî ew ne li dijî vê ne, lê gava mesele tê ser xwendekaran ew xwe berpirs hîs dikin û mafê wan ê gotinê çêdibe. Ûgûr wiha got: "Walîtî û qeymeqamtî ji bo xwendekar tevlî çalakiyên wan bibin fermana 'wan bişînin' didin. Em li dijî vê ne. Ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr bêyî nîvseke fermî hebe bi rêya Whatssapê peyama 'xwendekaran bişînin' dişîne û zarokên me dibin cihên bi vî rengî."    ÇEWISANDINA 'MAMOSTE Û XWENDEKARAN'   Ûgûr da zanîn ku gava saziyên fermî talîmatekê bidin ev yek divê xwe bisipêre tiştekî fermî û ev tişt gotin: "Bêyî nivîseke fermî hûn nikarin bibêjin xwendekaran bibin vir û wir. Ger bingeha wê ya fermî bê amadekirin jî, saet piştî 17.00'an hûn nikarin xwendekaran bibin tu derî. Du çalakiyên dawî yên li bajarê me hatin kirin, saet piştî 17.00'an hatin kirin. Li gorî qanûnê hûn nikarin saet piştî 17.00'an xwendekaran ji wargehênw an derxînin. Lê li vir, di wan saetan de xwendekaran berbayî şovên xwe dikin."    Ûgûr destnîşan kir ku sirf ji bo beşdariya li çalakiyan zêde bibe xwendekar daxilî wan tên kirin û wiha pê de çû: "Ji ber ku di ser mamosteyan re ji xwendekaran re tê gotin 'tevlî çalakiyan bibin', xwendekar jî xwe mecbûr hîs dikin. Ji ber vê tevlî dibin. Ji ber dîrektîfên îdarekar û meqamên erkdar xwe mecbûr hîs dikin. Ji lew re paşê tê gotin 'te hindik şandine yan jî te zêde şandine.' Yanî em bibêjin mobbîngê tê kirin. Ev kar bi fermanên ji jor tên, tên kirin."    ‘XWENDEKAR NE ŞEQŞEQKER IN'   Ûgûr anî ziman ku îtiraza wan a herî mezin jî ew e ku bi sedan xwendekar tevlî çalakiya li navçeya Cizîrê hatine kirin û wiha got: "Bi taybetî jî şova bi israr a li Cizîrê ku bi navê mîhrîcanê hat lidarxistin û çalakiyên 29'ê Cotmehê ku xwendekar daxilî nav wan hatin kirin, li Şirnexê pir tên nîqaşkirin. Îtiraza me ya herî mezin jî veguhastina xwendekaran a ji bo mîrhîcana li Cizîrê ye. Ji lew re her kesî dizanibû ku gava ev mîhrîcan bê lidarxistin dê rageşiyek rû bide. Gelê Cizîrê diyar kiribû ku dê wê mhîrcanê qebûl neke. Bi zanebûnî xwendekar birin wir. Dibû ku li wir tiştên pir xirab jî rû bidana. Ger hûn ê xwe nexin bin wî barî, zarokan nebin vir û wir. Van zarokan nebin çalakiyên hikûmetê an jî Tifaqa Cumhûrê. Ev zarok, ne yekîneyên we ne jî şeqşeqkerên we yên pêşwazîkirinê ne. Dê ji niha û pê ve jî gelek çalakî bên lidarxistin. Em ê şopdarê vê yekê bin."