Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin 2022-11-19 11:39:55   RIHA – Malbata Şenyaşar a di roja 621’emîn de Nobeta Edaletê didomîne destnîşan kir ku armanca wan edalet e û got: “Heya edalet neyê, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   Nobeta Edaletê ya malabata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 621’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê edliye girtî ye, çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    ‘DIVÊ EM LI CEM ZILM DÎTIYAN BIN’   Malbata têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê li ser hesaba xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û wiha got: “Ferqa ziman, nasname, ol, filan û bêvanê kesê ku heqê wê/î tê xwarin, neheqî lê hatiye kirin tune ye. Bêyî ku em bêjin lê belê, bêyî ku em bibêjin nexwe divê em li cem her keseke wisa bisekinin. Armanca me edalet e. Heya ku edalet neyê, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”