Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc 2022-11-19 14:18:03     STENBOL - Îkbal Eren a xwişka Hayrettîn Eren ê ku 42 sal berê hatibû windakirin wiha got: “Her ku dewlet kujeran biparêze wê şirîkê vî sûcî be.”    Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza darizandina faîlan di hefeya 921’emîn çalakiya xwe li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hayrettîn Eren (26) ê ku piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê derbarê wî de biryara girtinê hebû û di 21'ê Mijdara 1980'an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û windakirin û ji wê rojê ve careke din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Xwarziya Hayrettîn Eren, Setenay Yarici daxuyanî da.    ‘TIŞTEK BIBE BERPIRSYAR DÊ YÊN BÊDENG BIN’    Yarici bi şermezarkirina teqîna li Cadeyq Îstîklalê dest bi axaftina xwe kir û got: "Hemû rayedar di serî de Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, li dijî gefên kuştinê yên li Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û parêzer Jiyan Tosun, demeke dirêj bêdeng man. Wezîrê Dadê 3 rojan bêdeng ma. Me berê jî ev bêdengiya ku êrişkar teşwîq kir, dît û em vê dizanin. Em kesên ku îro bêdeng in hişyar dikin, heke tiştek ji hevalên me bibe, ew ê ji êrişek li dijî parêzvanên mafên mirovan bên kirin, berpirsyar bin.”   OTOMOBÎLA WÎ LI QEREQOLÊ YE    Yarici diyar kir ku xalê wê Eren bi hevalê xwe re li Saraçhaneya navçeya Fatîha Stenbolê hat binçavkirin û ji aliyê polîsan ve ewil birin Karagûmrûkê û piştre jî birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeya Stenbolê. Yarici anî ziman ku piştî ku xalê wê Eren hat binçavkirin malbata wî çûn midûriyeta polîsan lê polîsan bersiva 'Kurê we ne li vir e' dan û diyar kir ku malbata wî wesayîta ku Eren diajot li midûriyeta polîsan dîtiye.   Yarici da zanîn ku 42 sal in hemû hewldanên ji bo xalê wê hatin dayîn bêencam mane û ew ê têkoşîna Kemalletîn û Elmas Eren ku kurê xwe Hayrettîn nedîtin bidomînin.    DEWLETÊ SÛCÊ XWE QEBÛL KIRIYE   Xwişka Hayrettîn Eren, Îkbal Eren jî destnîşan kir ku 42 sal in ji bo kekê xwe cihek ku serî lê nedabin nemaye û 42 sal in tiştek nehat kirin û dewlet ji bi vê bêdengiyê sûcê xwe qebûl dike û got: “Her ku dewlet kujeran biparêze wê şirîkê vî sûcî be.” Îkbal anî ziman her mirî xwedî gorekê ye û ew dixwazin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.