Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin 2022-11-19 15:09:21   STENBOL - 8 kes bi îdiaya ku alîkariya Alham Albashir a piştî êrişa bombeyî ya Taksîmê hate girtin û Bîlal Hassan ê hate diyarkirin ku reviye derveyî welat kirine, hatin binçavkirin.    8 kes bi îdiaya ku alîkariya Ahlam Albashir ku ji ber teqîna li Cehdeya Îstiklalê ya Taksîmê piştî binçavkirinê tevî 17 kesan hatibû girtin û Bîlal Hassan ê hate diyarkirin ku reviyaye derveyî welat kirine, hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku ji 8 kesan 5 li Bûlgarîstanê hatine binçavkirin.    Hate hînbûn ku kesê bi nasnavê “Hussam” ku li Azezê hate girtin jî anîne Stenbolê. T.A., S.G., M.E.Y., H.A., S.C., H.A, û H.A’yê bi nasnavê H. anîn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Hate hînbûn ku yek ji kesên hatiye binçavkirin sewqî edliyeyê hatiye kirin.