Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin 2022-11-19 16:14:18   AMED/ÊLIH - Di hefteya 719’emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de çîroka jinên ku ji sala 1990’an vir ve hatine windakirin hatin xwendin. Li Êlihê jî aqûbeta Gulistan Dokû hate pirsîn.    Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 719’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî de çîroka jinên hatine windakirin hatin xwendin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tev li bûn. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Jiyan Ormanli çîroka jinan xwendin.    Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr a beriya daxuyaniyê axivî, bi wesileya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî Xwişkên Mîrabel ên ji bo azadiya jinan têkoşiyan û Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Rêjîma Îranê ve hate qetilkirin bi bîr anîn.      Demîr, bi lêv kir ku li Bakurê Kurdistanê tundiya li ser jinê pir aliye û wiha got: “Ji bilî tundiya li ser jinê ya di nava malbatê de di qada civakî de jî tundiyeke gelek cidî heye. Bi dehan jinên ku ji ber neheqî û bêadeletî, binpêkirinên mafan anîn ziman, hatin binçavkirin, rastî tacîza darazê hatin, hatin hedef girtin, gef lê hatin xwarin, bi salan di girtîgehê de man hene. Gelek jinên ji bo azadiya jinê têdikoşin neçar dimînin ku hem bi tundiya mîkro hem bi tundiya makro re têbikoşin.”    Demîr, da zanîn ku têkoşîna jin 40 sal in zêdetir didin bi mînakên bêhejmar ên fedakarî û berxwedanê tejî ne û wiha berdewam kir: “Têkoşîna dayikên Şemiyê ku lêgerînerên ewil ên bi hezaran kiryarên nediyar in, weke mînaka herî berbiçav a israr û baweriya Însîyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji bo avakirina aştiyê niha weke şênber li pêşberî me ye”   ‘DAYIK HÊZÊ DIDIN ME’   Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî, têkoşîna edalet û mafê ku bi salan belav bûye slav kir û wiha axivî: “Bi minasebeta 25’ê Mijdarê dayikên ku vê têkoşînê dimeşînin, rastî tundiya cur bi cur a dewletê hatin. Lê tu carî dev ji têkoşîn û lêgerîna xwe bernedan. Têkoşîn û berxwedana xwe mezin kirin heta vê rojê hatin. Ev têkoşîna bi nirx hêzê dide me. Ev têkoşîn her wiha têkoşîneke aştiyê ye. Di destpêkê de divê mafê wan bê dayîn, edalet cihê xwe bibîne û bingeha aştiyê bê avakirin.”   Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asya Cemre Işik jî destnîşan kir ku ew ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin û ji bo bi dayikan re bibin dengek hatin cem hev û wiha got: “Cihê ku em daxwaza edaletê dikin diguhere, kes diguherin. Lê belê daxwaza me her tim heman e. Me îro li vir ji bo Meryem Sevîm daxwaza edaletê kir. Kesên ku hatine windakirin em daxwaza edaletê dikin. Daxwaza me dê tu carî bi dawî nebe. Heta ku jiyanek wekhev, edilane û  azad bi dest bixin têkoşîna me dê bidome.”   ÇÎROKÊN WAN HATIN XWENDIN   Piştî axaftinên hatin kirin, parêzer Jiyan Ormanli navên jinên ku hatine windakirin wiha rêzkirin:     “* Em ji bo Makbûle Okden a ku hestiyên wê di sala 1991’ê de li Cizîrê piştî 18 salan di xebatên çêkirina rê de hatin dîtin edaletê dixwazin.   *Em ji bo Bedriye Gumuş a ku di 17’ê Sibata 1992’an de hat xwestin ku gelê Nisêbînê bibin cerdevan qebûl nekirin, polîsan gulebaran li ser wan reşand a jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin.   * Em ji bo Ayten Ozturk a ku di 27’ê Tirmeha 1992’an de li Dêrsîmê hat binçavkirin û piştî 8 rojan cenazeyê wê di 14’ê Tebaxa 1992’an de li Kartepe ya Xarpêtê definkirî hat dîtin, edaletê dixwazin.   * Em ji bo Ridda Yavûz a ku piştî li Dêrîka Mêrdînê bi tevî 2 kesan hat binçavkirin şûnde êdî agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.   * Em ji bo Sedîka Dal a ku di Îlona 1993’an de li Taxa Selahaddîn Eyyûbî ya Nisêbînê ji aliyê Hîzbûllah ve bi kîsik ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.   * Em ji bo Hamîde Şarli a ku di 24’ê Kanûna 1993’an de li gundê Bedlîs/Tetwan û Wanê ji malê xwe ji aliyê leşkeran ve bi birayê xwe Raman re ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin, careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.   *Em ji bo Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên ku piştî operasyona leşkeri ya 24’ê Îlona 1994’an li gundê Mirikê ya Dersîm hat kirin şûnde, careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.   * Em ji bo Lutfiye Kaçar a ku di 5’ê Cotmeha 1994’an de li Stenbolê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, edaletê dixwazin.   * Em ji bo Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu yên ku di 17’ê Cotmeha 1994’an de li gundê Ortaç a navçeya Dêrxasê ya Mûşê ku xwestin biçin sewalên xwe bidoşin di nava operasyona leşkerî de mabûn careke din agahî nehat girtin, edaletê dixwazin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   LI ÊLIHÊ AQÛBETA DOKÛ HATE PIRSÎN   Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 556’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ya 3 sal in agahî jê nayên girtin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Baroya Amedê, rêxistinên bajêr ên DBP’ê û HDP’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê, Platforma Jinan a Êlihê, malbatên windakiriyan û endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Êlihê Rûmeysa Denîz Kaya çîroka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê winda bû û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin xwend û aqûbeta wê pirsî.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.