Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin 2022-11-20 00:48:17     NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk şevê din gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên Herêma Federe ya Kurdistanê bi balafiran bombebaran kir.    Dewleta tirk şevê din gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên Herêma Federe ya Kurdistanê bi balafirên şer bombebaran kir. Balafirên ku li pey hev rabûn, Kobanê, Şehba, Dêrik û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.    Li bajarê Kobanê ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin hatibû dayîn Girê Miştenûrê hedef hat girtin. Piştre jî gundê Helincê û Taxa Kaniya Kurdan ên li rojhilatê bajêr hatin bombebarankirin. Piştre jî gundên Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê, Keleha Şiwarxê ya li navçeya Şerayê û embarên genim ên Dehir Ereb ku li bakurê rojhilatê Zirganê ne hatin bombebarankirin.    Têkildarî mijarê Berdevkê Çapemeniya HSD’ê Ferhad Şamî li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: “#Kobanê ya ku DAIŞ têk bir, niha ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker ve tê bombebarankirin.”   Di heman demê de dewleta tirk herêma çoltar a di navbera gundên Teqil Beqil û Gir Kendal a li herêma Koçeratê ya li ser sînorê Dêrik a Qamişloyê jî bombebaran kir. Yek ji deverên hatin bombebarankirin jî Girê Çelê bû ku li gundê Til Şiyê yê herêma Beravê ye.    Her wiha gelek noqteyên li herêma Çiyayê Qendîlê yê li Herêma Federe ya Kurdistanê jî bi dijwarî hatin bombebarankirin.