Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin 2022-11-20 08:33:42   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed, Endama Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsîf û Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Yûsif, diyar kir ku ew dê li hemberî tu êrişan serî netewînin û xaka xwe biparêzin.    Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hevseroka Giştî ya TEV-DEM’ê Rûken Ehmed têkildarî bombebarana dewleta tirk ji ANF’ê re axivî û got ku dewleta tirk hewl dide xitimîna xwe ya li hundir bi van êrişan derbas bike û veşêre. Ehmed, diyar kir ku dewleta tirk ji bo ku di hilbijartina pêş de encamekî bi dest bixe serî li êrişeke wiha ku dê sedsalên din bi civakê bidin windakirin dide.    Bi domdarî Ehmed bi domdarî wiha bang li gel kir: “Dewleta tirk tengijî e. Ji ber ku gelê kurd tevî dostên xwe li qadan e. Ji bo ku van êrişan vala derxînin, divê em tevek bikevin nava liv û tevgerê. Divê civaka me bizane ku dibe sibe dereng be. Li şûna ku ji ber bombebaran koçber bibe, divê gelê me dakeve qadan û van êrişên dewleta tirk bide sekinandin.”      FOZA YÛSÛF: EM Ê TOLÊ HILÎNIN Û SERÎ NETEWÎNIN   Endama Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivî. Yûsif bertekên tund nîşanî êrişan da û wiha got: “Bila tevahiya cîhanê baş pê bizane ku em ê serî li hemberî van êrişan netewînin û xwe biparêzin. Em ê teqez tola şehîd û birîndarên xwe hilînin.  Dewleta tirk li pêş çavên hemû hêzên cîhanê bi hovane êrişî xaka me dike û em van êrişan şermezar dikin. Em bêdengiya hêzên navdewletî jî şermezar dikin. Ev êriş, parçeyeke polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê me ye. Dewleta tirk dixwaze herêmê vala bike. Lewma divê gelê me li dijî vê polîtîkaya tunekirinê xwedî helwest be û xwedî li nirxên derbikeve.”    SALIH MUSLIM: JI BO PARASTINA REWA TIŞTA PÊWÎST DÊ WERE KIRIN   Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim jî têkildarî êrişên Tirkiyeyê axivî. Muslim, destnîşan kir ku faşîzma dewleta tirk li ber mirinê ye û wiha domand: “Êriş rê li ber texrîbatan vedikin û ev jî nîşaneya bêçaretiya wê ye. Komploya wan a Stenbolê negirt. Tu tişta dixwest pêk nehat. Lewma hewl didin kurdan bi van êrişa bitirsînin û mîna DAIŞ’ê terorê bikin. Gelê kurd baş kurd baş li ser polîtîkayên wan gehiştî ye. Gelê kurd gund û bajarên xwe vala nake. Ya ku ji me tê xwestin, parastina çar parçeyên Kurdistanê ye. Lewma jî di çarçoveya parastina rewa de ji destê me çi tê divê em bikin. Ji bilî parastinê, tu rêyeke din li ber kurdan nîne. Divê hemû gelên cîhanê li dijî van êrişên hovane yên dewleta tirk dengê xwe derxînin. Faşîzma tirk ji bo her kesî xetere ye. Divê hêzên kurdistanî piştevaniya hev bikin û xwe bi hev re biparêzin.”