‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’ 2022-11-20 09:56:23   STENBOL - Dayika Fînce Akman ku bi meha ye Nobeta Edaletê digire, wiha bang li xizmên girtiyan kir: “Heke hûn nexwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, wê demê tev li Nobeta Edaletê bibin û bibin dengê wan.”    Girtiyê bi navê Yakûp Akman, di dema şewata li Daristana Aydos a li Pendîk a Stenbolê ya di sala 2019’an de bi telefonê agahî da komên agirkujiyê û polîsan. Lê belê piştre bi îdiaya ku şewat derxistiye hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Yek ji dayikên ku bi daxwaza “edaletê” dest bi Nobeta Edaletê kirî jî dayika Akman, Fînce Akman e. Akman, anî ziman ku kurê wê û girtiyên din bi awayekî derhiqûqî li girtîgehê tên ragirtin û greva birçîbûnê jî di nav de, ji bo kurê xwe tev li gelek çakakiyên din ên sivîl bû. Akman, ev 11 meh in tevî dayikên din çalakiya xwe ya nobetê didomîne û bertek nîşanî sepanên li girtîgehê da.    ‘HÛN NIKARIN KURDAN TUNE BIKIN’   Fînce Akman, da zanîn ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ne lê belê ev nêzî 20 sal in li Stenbolê dijîn û wiha got: “Di salên berê de jî li girtîgehan mirin çêdibûn. Lê belê ev mirin bi taybet jî di nava salên dawî de zêde bûn. Hema hema her hefte û mehan cenazeyên girtiyan derdikevin. Ji bo pêşîlêgirtina van mirinan jî me dest bi Nobeta Edaletê kir. Lê ji roja destpêkê heta niha nobeta me tê astengkirin. Hêj me dest bi axaftinê nekirî êrişî me dikin. Girtiyên siyasî rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Lê li dijî van binpêkirinan bertekên pêwîst nayên nîşandan. Cîhanê jî li dijî vê zilma li kurdan tê kirin xwe kerr û lal kiriye. Gelo ma guneha kurdan çi ye? Bi awayekî fermî dibêjin ‘em ê kurdan tune bikin.’ Lê bi Xwedê hûn nikarin kurdan tune bikin.”    BERTEKA LI DIJÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Di berdewamê de Akman diyar kir ku ev 11 meh in nobeta xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li her kolaneke Stenbolê geriyan. Nobeta me ne tenê ji bo girtiyan lê ji bo demokrasiyê jî ye. Ev nobet li dijî mirinan û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî jî tê girtin. Çekên kîmyewî li her devera cîhanê qedexe ne. Gelo ma tenê ji bo bikaranîna li dijî kurdan qedexe nîne? Yên ku îro wan dîmenan temaşe dikin û dengê xwe nakin divê bizanin ku sibe dê dor were wan. Divê mirovên ku ev dîmen dîtin derkevin kolanan û bibêjin ‘em vê qebûl nakin.’”    LI NEZARETXANEYÊN KU MIŞK TÊ DE HATIN RAGIRTIN   Bi domdarî Akman anî ziman ku ew tundiyê jî didin ber çavan û wisa nobeta xwe didomînin û wiha pê de çû: “Piştî ku me dixin wesayîta binçavkirinê, cuda nêz dibin. Cemîle Karakaş 75 salî ye. Destên wê jî ji pişt ve kelemçe kirin. Dema me ji polîsan re digot; ‘ew kal e û wisa lê nekin’, ji me re digotin; ‘tiştek nabe, heke ewqas kal bûya bila li mala xwe rûniştibûya û nehatibûya vê derê.’ Şert û mercên nezaretxaneyên em lê tên ragirtin gelek xerab in. Mişk li wir tên û diçin. Mîna kujer û dizan nêzî me dibin. Tiryakfiroş, tecawizkar û diz li derve digerin lê me binçav dikin.”    ‘JI ME DITIRSIN’   Akman, bi lêv kir ku ew heq û hiqûqê dixwazin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna me ji bo van e. Lewma jî dewlet ji me ditirse. Sedema tirsa wan a din jî ew e ku hejmara me zêde dibe. Daxwaza me ya ji dayikan ew e ku xwedî li zarokên xwe derbikevin. Heke nexwazin cenazeyên zarokên xwe ji Saziya Tipa Edlî (ATK) wergirin, bila bên pêşiya Qesra Edaletê ya li Çaglayanê. Ji bo ku zarokên me bitenduristin ji girtîgehan derkevin, bila tev li çalakiyê bibin.”